Rewşa tenduristiyê ya Nasir Yagiz nebaş dibe

Greva birçîbûnê ya bê dawî û bê dorveger a endamê Meclîsa HDP'ê Nasir Yagiz di roja 51'ê de ye. Rewşa tenduristiyê ya Yagiz nebaş dibe.

Ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, grevên birçîbûnê yên li Hewlêr, Silêmanî, Kampa Şehîd Rustem Cûdî û Şengalê dewam dikin. Greva birçîbûnê ya li Hewlêrê ku di roja 51'ê de ye, bi koma 26'an didome.

Endamê Meclîsa HDP'ê Nasir Yagiz, 51 roj in di greva birçîbûnê ya bê dawî û bê dorveger de ye. Rewşa tenduristiyê ya Yagiz roj bi roj nebaş dibe.

'ÇALAKÎ ZÊDE DIBIN, EM DESTEKÊ BIDIN'

Hevseroka Nûnertiya HDP'ê ya li Başûrê Kurdistanê Muzeyen Guneş diyar kir, çalakiyên li Başûrê Kurdistanê roj bi roj zêde dibin û got, "Em ê dest bi kampanya îmzeyan bikin. Di heman demê de ji bo agahiyê bidin gelê Hewlêrê em ê belavokan belav bikin."

Guneş bang li gelê li Başûrê Kurdistanê kir ku destekê bide wan.