Rewşa tenduristiyê ya Nasir Yagiz giran e

Nasir Yagiz ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji 20’ê Mijdara 2018’an ve 99 roj in di greva birçîbûnê de ye. Rewşa wî ya tenduristiyê giran e.

Endamê Meclîsa HDP'ê Nasir Yagiz ev 99 roj in li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Nûnertiya HDP'ê ya li Hewlêr di greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger de ye. Duh rewşa Yagiz giran bû, rakirin nexweşxaneya Par a li Hewlêrê.

Nasir Yagiz piştî demekê dibin çavdêriya bijîşkan de ma tedawî red kir û vegeriya Nûnertiya HDP’ê ya Hêwlêrê û berxwedana xwe didomîne.

Her wiha berê jî 1’ê Çileya 2019’an jî ji ber rewşa giranbûnê Yagiz di roja 73’an de rakiribûn nexweşxaneyê. Lê piştî kontrolên doktoran û Yazig bi biryardarî çalakiya xwe domandibû.

MEXMÛR

Greva birçîbûnê ya ku li Wargeha Penabaran a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di roja 73'yan de ji aliyê koma 25'emîn ve hate dewir girtin. 

Çalekiya Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar Fedîle Tok a 20’ê Çileyê jî dest bi greva bêdawî û bêdorveger kiribû jî di roja 39’an de bi biryardarî berdewam dike.

SILÊMANÎ

Çalakiya greva birçîbûnê ya Silêmanî ku li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bi armanca piştgiriya Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku li avahiya Komeleya Karkerên Mezopotamyayê ku 14’ê Kanûna 2108’an hatibû destpêkirin di roja 76’an de ye. Çalakî ji aliyê koma 40'an ve dewam dike. Çalakvanan diyar kirin ku ew ê tecrîdê bişkînin.

Her wiha li navçeya Kelar a ser bi Rêveberiya Germiyanê ji bilî endezyar Herêm Mehmud û mamosta Cuma Kerîm li gel mamostayê beşê Werzîşê Serdar Melihe jî dest bi çalakiya greva birçîbunê kir.

Mamoste Serdar Melîhe ragihand ku bi armanca piştevanî û şikandina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 26’ê Sibatê dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya hefteyekê kir.

Di 24’ê vê mehê de endezyarê bi navê Herêm Mehmud ku xelkê navçeya Kelarê ye, li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbunê ya bêdawî û bêdorveger kiribû. Çalakiya Herêm berdewam dike. 

Her wiha piştî Herêm, li heman navçeyê Cuma Kerîm jî ji bo hefteyekê dest bi greva birçîbunê kir.

ŞENGAL

Çalakiyên grevên birçîbûnê yên ji bo şikandina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 6’ê Çileya 2019’an li Hola Laliş a bajarokê Xanesorê bi tevlîbûna 20 ciwanên endamên Yekîtiya Ciwanên Êzidî(YCÊ) û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Êzidî (YJCÊ) destpê kir, di roja 53’an de dewam dike.