Rewşa dawî ya Sûrê

ANF’ê wêneyê rewşa  herî dawî yê Sûre hate girt, ku ‘qedexeya derketine derve’ ya herî domdirêj a dinyayê lê didome.

ANF’ê wêneyê rewşa  herî dawî yê Sûre girt, ku ‘qedexeya derketine derve’ ya herî domdirêj a dinyayê lê didome. Li wan taxên ku hatine weşandin li dijî êrîşên dewleta Tirk şopa berxwedaniya ku hatî jiyîn xuya dibe.

Li Sûrê ya Amedê ku piştî berxwedana xwerêveberiyê ji 2 salan zêdetir e ‘qedexeya derketina derve’ lê didome, li taxên Hasirli, Dabanoglu, Cevat Paşa, Fatîh Paşa, Cemal Yilmaz û Savaşê hema hema yek avahî li ser piyan nemaye.

Li van taxan ku nêzî 3 mehan berxwedana xwerêveberiyê lê bûbû, dewleta Tirk bi tang û topan êrîş anîbû ser û li ser yên ku li wir dijîn konsepta êrîşê ya barbar anîbû. Bi van êrîşan re gel bi zorê ji malên wan hatibûn derxistin. Qedexeya herî domdirêj a dinayê jî hê li van deran didome. Rewşa dawî ya van deran ku mirov nikare xwe bigihîne ANF’ê wêneyên wan girt. Li taxan şopa berxwedanê, ya li dijî êrîşên hov ên dewletaTirk xuya dike.