Rewşa dawî ya li Xerabê Bava

Rêveberiyên HDP û DBP'ê yên Navçeya Nisêbînê, ku piştî rakirina qedexeya derketina derve xisara li gundê Xerabê Bava tespît kirin, ji bo çareseriyê dest bi kar kirin.

Li gundê Xerabê Bava yê navçeya Nisêbîn a Mêrdînê, şopên operasyona hilweşîner a hêzên dewleta Tirk, ku bi hefteyan dewam kir, hê hene. Rêveberiyên HDP û DBP'ê yên Navçeya Nisêbînê, ku piştî rakirina qedexeya derketina derve xisara li gundê Xerabê Bava tespît kirin, ji bo çareseriyê dest bi kar kirin.

ZÊDEYÎ NÎVÊ XANIYAN ZERAR DÎTINE

Tevî ku mehek di ser operasyonê re derbas bûye, hê li ser xisara hatiye kirin rapor nehatiye amadekirin û ti hewldan nehatiye kirin. Şêniyên gund gilî û gazina vê yekê kirin. Li ser vê yekê Rêveberiyên HDP û DBP'ê yê Nisêbînê ketin nava liv û tevgerê. Rêveberiyên navçeyê ji bo tedarikkirina xisarên li gund dest bi kar kirin û di destpêkê de rû bi rû hevdîtin bi malbatên li gund re kirin. Di encamê de raporek li ser tespîta xisarê amade kirin.

Li gorî daneyên rêveberiyên DBP û HDP'ê, hejmara xaniyên li gund ên xisar li wan bûne 36 e. Ji bilî pêdiviyên derî, çape û boyaxê, wê li gorî pêwîstiyan eşyayên nava malê jî bên peydakirin.

'DEMANÊ MIRINÊ, KUŞTINÊ NÎNE'

Yek ji xaniyên ku xisareke giran lê bûye, xaniyê Vetha Aykût a 48 salî ye. Hema bêjin temamî hatiye şewitandin. Eşyayên nava malê hatine şewitandin û li dîwêr şopa fîşekan heye. Hevserê Vetha Aykût Abdî Aykût, ku bi lêdanê hat binçavkirin, ji aliyê Dadgeha Sûlh û Cezayê ya Nisêbînê ve hat girtin. Aykût got, "Nepêkan e ku em êşên bi me dane kişandin ji bîr bikin. Ev zilm wê heta dawiya emrê me di bîra me de be. Mirovên me li vir kuştin, malên me şewitandin, heywanên me kuştin. Bi rojan îşkence li me kirin. Malên me weke qereqolê bi kar anîn. Psîkolojiya zarokên me yên biçûk perîşan bû. Mirov zilmeke bi vî rengî li dijmin nake. Dibe ku bi demê re çareya hin tiştên di nava vê jiyanê de bê dîtin, lê belê dermanê mirinê, kuştinê nîne. Xwezî tiliya kesekî bi tenê jî xwîn enbûya û hemû malên me xera bûna. Ez hemû mal û milkên dînyayê nadim bi canekî."

CIH Û WARÊ XERABÛYÎ YÊ BAV Û KALAN: XERABÊ BAVA

Navê Xerabê Bava, weke ku tê fêhmkirin bi Kurdî ye. Weke yek ji herêmên ku heta niha her tim Kurd lê bûn, tê naskirin. Gundê Xerabê Bava, malovanî ji şaristaniya Med, Pers û Roma re kiriye. Gund weke mîrateyeke dîrokî ya herêma Omeryanê tê dîtin, ku di serdemên dîrokê de weke bajarekî mezin bû.

Li gorî daneyên fermî, 150 xanî û 1700 kes li gund ijîn. Lê belê ji ber zexta dewletê û koçberiyê, hejmara heyî ya şêniyên gund ji vê yekê kêmtir e. Di rewşa heyî de bi qasî 70 xanî li gundê Xerabê bava heye.

Hêzên dewleta Tirk di salên 80'î û 90'î de jî avêtin ser vî gundî. Herî dawî di 11'ê Sibata 2017'an de hêzên dewletê avêtin ser gund. Bi hefteyan operasyon meşandin û gelek mirov înfaz kirin, xanî şewitandin, heywan telef kirin û bi lêdan û îşkenceyê gelek kes binçav kirin û girtin.