Rewşa Aykûl ê di grevê de giran e

Bavê Cengavber Aykûl ê ji 15’ê Kanûna 2018’an ve li Girtîgeha Hejmara 2 a Xarpetê ketiye greva bêdawî û bêdorveger Latîf Aykûl anî ziman ku her diçe rewşa kurê wî giran dibe.

Her diçe rewşa girtiyên ji doza PKK’ê û PAJK’ê yên ji bo şikandina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ketine grevên bêdawî û bêdoveger gran dibe. Bavê Cengavber Aykûl ê ji 15’ê Kanûna 2018’an ve li Girtîgeha Hejmara 2 a Xarpetê ketiye greva bêdawî û bêdorveger Latîf Aykûl diyar kir ku roja Çarşemê kurê xwe dîtiye û anî ziman ku rewşa wî nebaş bû.

Bavê Aykûl got: “Herî dawî roja Çarşemê min Cengaver dît. Rewşa wî pir giran bû. Her çendî ku rewşa xwe ya giran nexwest bi me bide hîskirin jî, zêdetirî 15 kêlo ji xwe kêm kiribû. Bi alîkariya gardiyanan hate hevdîtinê. Ev 76 roj in di grevê de ne, her ku em wan dibînin em jî dihelin. Divê em bidin dengê Cengaver û hevrêyên wan. Divê êdî rêxistinên civaka sivîl û partî zorê bidin dewletê ku gavekê bavêjin. Em êdî xwe li helandina bedenên zarokên xwe yên li ber çavan nagirin.”

Aykûl diyar kir ku tevî ev 76 roj in kurê wî di grevê de ye morlê wan û vîna wan pir xurte û got: “Tevî ku pir zeîf û nikarîbûya bi rê ve jî biçe, moral û vîna wî bi xurt bû. Ew û hevrêyên wî moral dida me. Ji bo wê divê em çalakî û daxwazên wan bigihînin her kesê.”