Rewşa 3 ji birîndarên Xanesorê giran e
Rewşa 3 ji 15 kesên di êrîşa çeteyên PDK'ê de li Xanesorê birîndar bûn, giran e. 5 ji van birîndaran bi guleyan birîndar bûn.
Rewşa 3 ji 15 kesên di êrîşa çeteyên PDK'ê de li Xanesorê birîndar bûn, giran e. 5 ji van birîndaran bi guleyan birîndar bûn.
Êzidiyên li Şengalê, danê vê sibehê ji bo şermezarkirina êrîşkariya komên çete yên PDK'ê meşek lidar xistin, lê belê çekdarên PDK'ê gule li wan reşandin. Di vê êrîşê de endama meclîsa TAJÊ Nazê Nayîf Qaval jiyan xwe ji dest da û 15 sivîl jî birîndar bûn.
5 ji van birîndaran bi guleyên çekê, 10 jî bi bombeyên gazê birîndar bûn.
Rewşa 3 ji birîndaran giran e û ji bo dermankirinê ew veguhastine Rojavayê Kurdistanê. Birîndarên din jî li Xanesorê tên dermankirin.