Rêwiyên bê rawestgeh -4

Bi rastî jî ev mirovên çiyayî hem pişta xwe didin mirovekê bi esil (Rêberê Gelê Kurdistanê Abdulah Ocalan), hem jî çiyayên bilind. Ji bo vê yekê ye ku ewqasî ji xwe bawer, bi tijî hêvî û bi serketinê re dijîn. 

Rêwitiya me ya rojekê ji ya din xweştir a qada Xakurkê bê navber dewam dike. Hevrêya min a ku em pê re rêwitî dikin Sara jî her tim bi wan çavên xwe yên dagirtî li derdorê xwe meyze dike. Êêê ne şaş e jî, ji ber bedewiya wê mirov mest dike. Di heman demê de me wateyekê cuda jî da peyva Xakurkê. Xak- welat li hin herêmên Kurdistanê ji 'Kur' re jî dibêjin ax-herî. Wê demê mirov dikare bêje Xakurkê di heman demê de tê wateya 'Axa welatê min' ya jî 'Welatê min' jî. 

Ez dixwazim vê carê gotineke pêşiyên me dest bi nivîsa xwe bikim. Pêşiyên me Kurdan dibêjin; "Pişta xwe bidin ya mirovekî esil ya jî çiyayekê bilind." Di her gav avetinekê min de min vê gotinê ji kûrahiya ruh û hişê xwe de his kir û min vê rastiyê jî ji nêz de dît. Bi taybetî jî gerîlayên azadiyê vê gotinê bi hêza watedayînê re ji kûr ve dijîn. Bi rastî jî ev mirovên çiyayî hem pişta xwe didin mirovekê bi esil (Rêberê Gelê Kurdistanê Abdulah Ocalan), hem jî çiyayên bilind. Ji bo vê yekê ye ku ewqasî ji xwe bawer, bi tijî hêvî û bi serketinê re dijîn. 

Belê rojekê ji wan rojê xweş ê biharê em cardin ketin rê. Di rêwitiya me de gelek mijarên ku me ferq kirin û bala me kîşandibûn çê dibe. Hem di hêla xwezayê de hem jî di hêla gerîlayan de. Gava em nû derbasî qada Xakurkê bûn, wê demê xweza hêja jî ne vekiribû, ewqasî xwe ne xemilandi bû, dar hêja nû di bişkivîn lê, niha dar vebûne, xwe bi awayekê gelek narîn nûxumandine. Ya rast di wê demê de jî xweza gelek bedew bû, lê tişta ku min ferq kir ew bû ku, her meh bedewiyek cuda li ser xwezayê dide avakirin weke ku her meh ji meha din re, bedewî û nepeniya xwe bide xuya kirin. Ya ku me dît jî wisa bû, ango her meh bi narîn, zelalbûyîn û ahenga xwe re ji meha bê re tiştekê dihêlê. Ango meha tê xwe li ser ahenga bedewiya meha din dewlementir dike. Erê xweza bi çiyayên bilind re, xwe digihîne asta bedewiya herê jor. Ya ku tu bedewî nikare asta wê bedewiyê. 

Her çiqasî me vê bedewiyê bi rêya qadrajên xwe girtibe jî, lê tu qadraj nabe weke çav û hişên mirovan. Gelek kêlî û bedewî hene ku tu qadraj nikare wê bigre. Ya rast yê me jî wisa bû. Mirov di nava wê bedewî û nirxan de gelek bedew dibe. Her çiqasî ez digerim zêdetir nepeniya gerîla, jiyan û çiyayên wan nas dikim û fêm dikim. Wê demê fêm dikim ku ev bedewiya wan a ku mirov dibêje qey ji kûrahiya dîrokê tê xwe li her derê dorpêç kiriye. Ya rast jî wisa ye ji kûrahiya dîrokê tê, ji ber gelê Kurd xwedî dîrokek gelek bi nirx û leheng ve dagirtiye. Ev lehengtî ne tenê ji bo xwe, ji bo mirovahiyê ye. Her çiqasî nava wê de deqên reş hebe jî lê tu carî ew deq pêşiya pakbûyîn, zelalbûyînê ne bûyê asteng wê ti carî ne be asteng jî. 

Di vê rêwitiya me de li hember gelek tiştan em matmayî man. Yek ji wan matmayîna jî gotinên ku Erdogan ji bo gerîla tîne ser ziman bû. Erdogan û hikûmeta wî digotin 'em ê gerîla di meha Nîsanê de xilas bikin û ji holê rabikin'. Ya rast gelek aligirên wan jî bawer dikirin û bi wê hêviyê jiyan. Lê di rêwitiya me de me cardin derewên Erdogan bi awayekî gelek eşkere me dît. Ji ber di her gav avêtina me de em bi gerîlayan re rû bi rû dihatin, ne yek ne du gerîla. Li ser her zinarek, di her newalek de, dibin her darekê de em bi gerîlayen re rastî hev dihatin. Yên ku perwerdeyên xwe dibînin, yên ku ji bo erkên cuda derbasê cihên cuda dibûn, ya jî gelek gerîlayên ku nû beşdarbûna ji bo ku erdnîgariyê nas bike, bi mantixê leşkerî tevbigere hem perwerdeyên we yên leşkerî dîtin hem jî yê erdnîgarî. Ev jî em matmayî dikir. Hevrêya min Sara jî gava di rêwitiya me de ewqasî gerîla ditîn şaş dima. Ji wê heval Sara bi kenekê xwe yê hevrişimî re ji gerîlayek pirskir û got; "ya hûn hene û dijîn, ka medyayên Erdogan her roj dibêje me xilas kiriye, ewqasî îmhabûne û ne mane." Bi gotina Sara re tevahî gerîla bi dest ken kirin. Kenekê wisa kirin ku dengê kenê wan di tevahî newal û çiyayan de deng veda. Ew gerîla yê bedew bi kenê xwe re gotina Sara bersivand û got; "em xwedî vê welatê û xakê ne. Me kok daye van warên leheng ma qey em xilas dibin. Ma kî kariye kokê bi qelîne. Bingehê me gelek sexleme." Belê di rêwitiya me de ji bo gerîlayan gelek çavderiyên me çê bûn, birastî jî wisane. Xwedî bingehekê gelek asî û zexm e. 

Erê rêwitiya me ya ku em gelek meraq dikin ka em ê çi bibînin, bijîn bikin heya niha bê navber û bê astengî berdewam dike. Ez bawer dikim ku hûn jî gelek meraq dikin weke me. Belê ez nivîsa xwe ya vê beşê bi kenê gerîlayên ku di çiyayan de deng vedidan xilas dikim.