Rêveberiya Xwecih a DBP’ê ya Wanê ji bo ‘’na’’ civiya
Rêveberiya Xwecih a Wanê ya DBP’ê bi civînekê diyar kirin ku ew ê di referandûmê de bibêjin, ‘’na’’
Rêveberiya Xwecih a Wanê ya DBP’ê bi civînekê diyar kirin ku ew ê di referandûmê de bibêjin, ‘’na’’
Rêveberiya Xwecih a Wanê ya DBP’ê bi civînekê diyar kirin ku ew ê di referandûmê de bibêjin, ‘’na’’.
‘JI BO ASTENGKIRINA SÎSTEMA DÎKTATORÎ EM Ê BIÇIN CEM GEL’
Di divînê de Wekîla Wanê ya HDP’ê Bedîa Ozgokçe Ertan axivî û got, Kurd û Tirk id pêvajoyeke girîng re derbas dibin. Ozgokçe bi berdewamî wiha got: ‘’Di vê referandûmê de em deng nadin partiyeke siyasî, em wekîl, şaredaran hilnabijêrin, muxtaran hilnabijêrin; em ê sîstemeke dîktator, rejîmekê bidin dengdanê. Em weke gelên Tirkiyê, divê em di têkoşîna demokrasiyê de ya xwe bikin yek û ji rejîma yek-zilamî re ku mirov nizane bezê guhê wê ji kû ye, bibêjin, ‘na’’
‘DÎKTAYA QESRÊ WÊ BIKEVE PÊVAJOYA NEMANÊ’
Wekîlê HDP’ê yê Wanê Lezgîn Botan jî di civînê de axivî û got: ‘’ Divê ev baş were zanîn, gelên Tirkiyê wê di referandûmê demokrasiyê û dîktatoriyê hilbijêre. Ku ‘erê’ derkeve, diyar e ku bi rejîma yek-zilamî di serî de Kurd wê zext û zordarî li hemû hêzên demokrat were kirin. Heke ‘na’ derkeve, ku hêviya me ev e, em ê wê derfetê bi dest ve bînin ku sîstema parlamenterî li gorî normên gerdûnî demokratîze bikin.’’