Rêveberiya Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê diyar bû

Rêveberiya nû ya Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê ku Kongreya xwe ya Asayî ya 1’emîn lidar xist, diyar bû.

Meclîsa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi dirûşmeya “Vejînek Ciwan” li navçeya Rezan a Amedê Kongreya xwe ya Asayî ya 1’emîn lidar xist.

Piştî axaftinan û xwendina raporan, bi yek lîsteyê ketin hilbijartinê. Kesên ku di rêveberiya nû de cih digirin, ev in: “Senem Êrîş, Lîvan Orman, Edanûr Îbrahîmoglû, Elîf Înan, Mehmet Halîs Saykan, Ogûzhan Ozbay, Hêlîn Koçak û Ozcan Teker.”

Hevberdevkên Meclîsa Ciwanan jî wê piştre ji raya giştî re bên ragihandin.

Kongre bi derketina hunermendan a ser dikê, bi dawî bû. Di kongreyê de bê navber dirûşmeya “Bijî Serok Apo” hate berzkirin.