Rêveberiya Hewlêrê pêşniyara 'betalkirina encama referandûmê' kir

Rêveberiya Başûrê Kurdistanê pêşniyar kir, ku encama referandûmê betal bike.

Di daxuyaniya rêvebriya Başûrê Kurdistanê de hat gotin, "Ji bo ev rewşa xetere ya Iraq û Kurdistan di nav de ye rê li ber şerê navbera hêzên Iraqî û Pêşmergeyan veneke, berpirsyariya dîrokî dikeve ser milê her kesî. Şerê ku heta niha di navbera hêzên Iraqê û Pêşmergeyan de qewimî, bû sedem ku her du alî windahiyan bide. Ku ev yek dikare rê li ber şerekî giran veke û rewşa civakî ya pêkhateyên Iraqê ji hev belav bike."

Di dewama daxuyaniyê de ji bo 'çareseriya pirsgirêkan' ev pêşniyar hatin kirin:

'Li pêşberî rewşa aloz û xetere ya ku Iraq û Kurdistan di nav de ye, berpirsyariyeke dîrokî li pêşiya me hemûyan heye, ku nehêlin ev rewş di navbera hêzên Iraqê û Pêşmergeyan ve veguhere şerekî girantir.

Êrîş û şerê di 16'ê Cotmeha 2017'an de di navbera hêzên Iraqê û Pêşmegreyan dest pê kirin, zerar dan her du aliyan. Eger ev rewş dewam bike wê hê bêhtir xwîn birije û bibe sedem ku pêkhateyên Iraqê ji aliyê civakî ve ji hev qut bibin.

Di şerê navbera herdu aliyan de kes bi ser nakeve. Berevajî, wê her du alî di her qada jiyanê de zerareke mezin bibînin. Ji ber vê yekê, di çarçoveya berpirsyariya xwe ya li pêşberî gelên Kurdistan û Iraqê de em ji hikumeta Iraqê, raya giştî ya Iraqê û cîhanê re eşkere dikin:

1- Em dixwazin şer û hemû operasyonên leşkerî yên li Herêma Kurdistanê bi lezgînî werin sekinandin.

2- Encamên referandûma li Kurdistana Iraqê dikarin bên rawestandin.

3- Em dixwazin, di navbera Rêveberiya Herêmî ya Kurdistanê û hikumeta federal de li ser bingeha Destûra Bingehîn a Iraqê hevdîtin bên destpêkirin."