Rêveberiya girtîgehê zextê li berxwedêrên grevê dike

Rêveberiya girtîgeha Tîpa T Hejmara 2 a Tarsûsê ji bo grevê têk bibe girtiyên ku li dijî tecrîdkirina Ocalan ketine greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger, li qawîşeke cuda bi cih nake.

Grevên birçîbûnê yên girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kirin, dewam dikin. Li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê 164 girtî di greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ne. Bi hezaran girtî jî di greva birçîbûnê ya bêdawî û dorveger de ne. Yek ji girtîgehên ku çalakiya greva birçîbûnê lê dewam dike, Girtîgeha Tîpa T Hejmara 2 a Tarsûsê ye. Girtiyên di grevê de ne diviyabû li qawîşteke cuda bên bicihkirin, lê belê rêveberiya girtîgehê wan li nava hevalên wan ên ne di grevê de ne dihêle. Apê Cengîz Temel Davût Temel diyar kir ku biraziyê wî bi rêya telefonê jê re qala nêzîkatiya rêveberiya girtîgehê ya li çalakgerên greva birçîbûnê kir.

Temel diyar kir, Girtîgeha Tarsûsê li herêmê girtîgeha destnîşankirî ye, lewma nêzîkatiya rêveberiya girtîgehê ya li girtiyan nebaş e. Temel bi bîr xist, beriya niha jî bi zexta 'sermijartina bi şêweyê leşkerî' Girtîgeha Tarsûsê ketibû rojevê û got, "Biraziyê min Cengîz û hevalên wî li ber sermijartina bi şêweyê leşkerî rabûn û nehiştin ku pêk were. Niha jî ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Birêz Ocalan ketine greva birçîbûnê û rêveberiya girtîgehê jî bi heman rengî mafên wan binpê dike. Heta niha di greva birçîbûnê ya dorveger de bûn. Biraziyê min berî çend rojan li min geriya û diyar kir ku tevî hevalên xwe Mervan Sungur û Hayrûllah Tûran dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kirine. Hevalên wî yên din jî bi komên ji 5 kesan dikevin greva birçîbûnê ya bi dorvegerî."

TUNDIYA PSÎKOLOJÎK

Temel anî ziman, rêveberiya girtîgehê diviiyabû girtiyên di grevê de ne bixe qawîşeke cuda, lê belê ji bo grevê têk bibe, vê yekê nake. Temel got, "Bi vê yekê re hem tundiya psîkolojîk dike, hem jî bi rengekî giran mafên mirovan binpê dike. Dixwazin çalakiyê ji rastiya xwe dûr bixin. Ev nêzîkatî ne tesadûfî ye, nêzîkatiyên bi zanebûn e."

BANGA JI BO XWEDÎDERKETINÊ

Temel bi dewamî bi bîr xist, ku girtiyên ketine greva birçîbûnê daxwaza tiştekî şexsî nakin û got, "Ew ji bo me li wir in. Ji bo paşeroja me li wir in. Divê em xwedî li girtiyên xwe derkevin. Ew di nava çar dîwaran de ne. Girîng e gel û civak bi wan re be, bibe dengê wan. Pêwîste ew xwe bi tenê nebînin. Li derve divê xwedî li çalakiya wan bê derketin."