Rêveberê DBP'yî hate destgîrkirin

Rêveberê Rêxistina Navçeya Dîclê ya DBP'ê Recep Ateşmen hate destgîrkirin. Polîsan bi ser mala Ateşmen de girtin û derb lê dan.

Vê sibehê polîsên Tirk li navçeya Dîclê ya Amedê bi ser rêveberê Rêxistina Navçeyê ya Dîclê ya DBP'ê Recep Ateşmen de girtin. Gelek polîs û tîmên taybet bi hev re bi ser malê de girtin, deriyê malê şikandin.

Hate gotin, dema ku polîsan nav malê seh dikirin, Ateşmen birine odeyekê û li wir derb lê dane. Polîsên Tirk dema sehkirinê li malê tiştek li ser hev nehiştin û her tişt belawela kirin.

Ateşmen birin Midûriyeta Emniyetê ya Dîclê.