Rejîma AKP'ê li Kurdistanê giraniyê dide ser çêkirina girtîgehan

Li bajarên Bakurê Kurdistanê bêkarî gihaştiye asta 80 ji sedî. Desthilatdariya AKP-MHP'ê li bajarên Kurdan ji bo 'razemeniya nû' girtîgehan çêdike. Bedlîs jî yek ji van bajaran e.

Li bajarên Bakurê Kurdistanê ku Rewşa Awarte lê didome, çalakiyên demokratîk hemû hatine qedexekirin, di serî de zozan û çêrgeh qadên bazirganiyê li gel hatine qedexekirin û ambargoya aboriyê li ser çavkaniyên debarê yên gel hatiye danîn. Li bajarên Kurdistanê bêkarî gihîştiye rêjeya 80 ji sedî. Li şûna febrîqeyan, girtîgehên nû tên çêkirin.

Li gorî daneyên Midûriyeta Giştî ya Girtîgehan a Wezareta Edaletê, heta Adara 2019'an li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 313 girtîgehên girtî, 75 girtîgehên vekirî, 9 girtîgehên girtî yên jinan, 8 girtîgehên vekirî yên jinan, 7 girtîgehên girtî yên zarokan, 5 girtîgehên 'mala perwerdeyê' yên zarokan bi giştî 396 girtîgeh hene. Kapasîteya wan bi giştî 220 hezar 8 kes e. Wezîrê Edaletê yê Tirk Abdulhamît Gul Mijdara 2018'an bersiv da pêşnûme pirsekê û diyar kir, ku li girtîgehan 260 hezar 144 kes hene. 202 hezar 434 ji wan hikumxwar in, 57 hezar 710 kes jî girtî ne. Desthilatdariya AKP-MHP plan dike ku heta sala 2021'ê 48 girtîgehên din çêbike. Wezareta Edaletê ragihand heta 5 salan wê 193 girtîgehên nû bên çêkirin.

Li Wan, Bedlîs, Qers, Îdirê girtîgehên nû, li bajarên li ser sînor ên weke Colemêrgê jî bi sedan kalekol, qereqol û nuqteyên lêgerînê tên çêkirin. Li Ahlat, Qers, Wan, Îdir, Erdîşê girtîgehên nû tên çêkirin ku beşeke mezin a çêkirina wan bi dawî bûye.

Li Tirkiyeyê piştî ku li dijî Kurdan ji nû ve şer hate ragihandin di serî de siyasetmedarên Kurd bi deh hezaran Kurd hatin girtin. Lewma hejmara girtî û hikumxwaran di navbera salên 2006 û 2018'an de bi rêjeya 183 ji sedî zêde bû. Bi çêkirina girtîgehên nû re wê hejmara girtîgehên li Tirkiyeyê bigihêje 582 girtîgehan.

Li aliyê din, li navçeya Ahlat a Bedlîsê ji bo Serokkomarê Tirk Erdogan qesrek tê çêkirin. Li aliyê din jî girtîgeha nû tê çêkirin. Şêniyên navçeyê ji vê yekê nerazî ne. Şêniyên Ahlatê dibêjin, dewlet ji bo xwe qesrê, ji bo gel jî girtîgehê çêdike û destnîşan dikin, ew ne qesrê ne jî girtîgehê dixwazin.