Rejîma AKP’ê şaredariyên Norşîn û Gokçebag jî desteser kir-NÛ BÛ

Rejîma AKP’ê piştî dagirkirina şaredariya Êlih, Farqîn, Lice û Gêl û şûnde şaredariya Norşîn û Gokçebag jî desteser kir.

Wezareta Karên Navxweyî qeyûm tayinî Şaredariya Norşîn a Bedlîsê kir. Polîsan avahiya şaredariyê dorpêç kir û ketin hundirê avahiyê dest bi lêgerînê kirin. Qeymeqam Mûhammet Fûrkan Sancaktar tayinî şûna Hevşaredar Hîkmet Taşdemîr û Dîlek Ozan hat kirin.

Bi qeyûman şaredariya bajarokê Gokçebag a girêdayî Sêrtê jî hate desteserkirin. Hevşaredara bajarokê Gokçebag a HDP’ê Serhat Çîçek jî hate desteserkirin. Qeymeqamê Misircê Îhsan Emre Aydin danîn ser şaredariyê.

Di saetên sibehê de şaredariyên Êlih, Farqîn, Lice, Erxanî û Gêl hatibûn desteserkirin. Hevşaredar di serdegirtinên malan de hatibûn destgîrkirin û li şûna wan qeyûm hatibûn danîn.

HDP’ê di hilbijartina xwecihî ya 31’ê Adarê de 3 şaredariyên mezin, 6 bajar, 45 navçe û 12 bajarokan bi giştî 65 şaredarî bi dest xistibû.

PIRANIYA ŞAREDARIYAN HATINE XESPKIRIN

Ji vana 6 bi Biryarnameyên di Hikmê Qanûnê de mazbatayên wan nehatin dayîn û li şûna wan mazbata dan namzetên AKP'î û li şûna wan ketin şaredariyan.

Li gel desteserkirina şaredariyên dawî re 3 şaredariyên bajarên mezin, 2 bajar, 31 navçe û 3 bajarok bi qeyûman hatin desteserkirin.  Niha di bin rêveberiya HDP’ê de 21 şaredarî mane.

HEVŞAREDARÊN LICÊ HATIN DESTESERKIRIN

Her wiha piştî dagirkirina şaredariya Licê ya Amedê û şûnde hevşaredar Tarik Mercan îro hate destgîrkirin.