Rejîma Îranê Penahî dar ve kir

Li gel hlewesta navnetewî ya li dijî rejîma Îranê jî hate ragihandin ku Ramîn Huseyîn Penahî dar ve kiriye. Li gorî agahiyan rejîma Îranê vê Şemiyê cezayê darvekirinê yê li ser Penahî pêk anî.

Fikar hene ku girtiyên siyasî yên Kurd Zanyar Muradî û Luqman Mmuradî jî, ku ji 2009’an ve girtî ne werin darvekirin. Hin jêder dibêjin hatine darvekirin lê hê ev agahî nehatiye piştrastkirin.

Hatibû gotin du girtiyên ku li zindana Recaîşahr têne girtin û 5’ê Îlonê birin hicreyên yek kesî, Şemiyê sibehê hatibin darvekirin.

Penahî 23’yê Hezîrana 2017’an di kemîneke Mihafizê Şoreşê de bi birîndarî êsîr ketibû. Penahî yê ku ji êrîşê sax filitî ne bi çek bû. Behzad Nûrî, Hamed Seyf Penahî û Sabah Huseyîn Penahî bi kemînê hatibûn înfazkirin. Li ser aktîvîst Penahî yê 24 salî ku bi îdîaya endamê rêxistina Komalayê ye cezayê darvekirinê lê hatibû birîn, ev ceza ji hêla Dadgeha Bilind ve Nîsanê hatibû pejirandin.

Fikar hebûn ku Penahî heftiya pêşî ya Gulanê were darvekirin. Lê li ser helwestên zêde ceza ji bo demekê hate rawestandin. Ji malbatê re hate gotin ku Penahî piştî cejna Remazanê wê were darvekirin. Li ser Penahî tim gefa darvekirinê hebû. Ji bo ku biryara darvekirinê were rawestandin Neteweyên Yekbûyî û Rêxistina Efûyê ya Navnetewî banga kiribûn.

Balkêş e ku piştî ku Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdgogan bi hevtayê xwe Hesan Rûhanî jî rûnişt Penahî hate darvekirin. Rejîma Îranê piştî civîna li Tehranê her wiha gelek herêmên Başûrê Kurdistanê jî bombe kir.