Rejîma Îranê li Newsûdê kolberek birîndar kir

Li ser sînorê Newsûd a Rojhilatê Kurdistanê hêzên rejîma Îranê gule li kolberan reşand, di encamê de kolberek birîndar bû.

Hat ragihandin ku hêzên rejîma Îranê li herêma sînorî ya Newsûd komek kolber kirin armanc. Di encama gulebaran hêzên rejîma Îranê de kolberek bi navê Seidî Rehîmî yê xelkê gundê Canewere ya Merîwanê ye bi giranî birîndar bû.

Rehîmî ji bo dermankirinê rakirin nexweşxaneya bajarê Merîwanê.

Hêjayê bibîrxistinê ye ku vê siharê jî di navbera saet 4:00-5:00’an de li herêma Milepalingane ya girêdayî Ciwanro wesayîtek yê kolber têde bûn qelibiye û di encamê de 5 kolber birîndar bûne. Her 5 kolber xelkê gundê Nîmekare ya Mîrava ya girêdayî Selasî Bawecanî bûne.