Rejîma Îranê li Mehabadê êrîş bire ser gel
Rejîma Îranê li Mehabadê ya Rojhilatê Kurdistanê êrîş anîn ser gel, kesek hate kuştin, 4 kes birîndar bûn.
Rejîma Îranê li Mehabadê ya Rojhilatê Kurdistanê êrîş anîn ser gel, kesek hate kuştin, 4 kes birîndar bûn.
Li gorî Rojnewsê, hêzên rejîma Îranê, li taxa Zewîyekan a Şarewanî ya li bajarê Mahabad ya Rojhilatê Kurdistanê, êriş birine ser gel.
Hate ragihandin ku di encama êrişa çekdarî de kesek hatiye kuştin û 4 kes jî birîndar bûne.
Çavkaniyên xwecihî ragihandin ku hêzên rejîmê belavî nava taxê bûne û gule bi ser welatiyan de berdidin. Aloziya li nav taxê dewam dike.