Rejîma Îranê li Ûrmiyeyê êşkenceyê li parêzerê Kurd dike

Parêzer û mamosteyê zanîngehê yê Kurd Mesûd Şemsnejad beriya du rojan ji aliyê rejîma Îranê ve hatibû destgîrkirin. Derket holê ku îstixbarata rejîma Îranê êşkenceyê li Şemsnejad dike.

Yek ji xizmên Mesûd Şemsnejad ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku parêzerê Kurd Mesûd Şemsnejad birine girtîgeha Îtlîa’atê ya li kolana Danîşkedê ya bajarê Ûrmiye ya Rojhilatê Kurdistanê û êşkenceyê li wî dikin.

Xizmê Mesûd Şemsnejad ji ber ewlehiyê nexwest navê xwe eşkere bike û got; “Hevjîn û sê zarokên Şemsnejad 9 û 10’ê Çileyê serdana girtîgeha Îtillîa’atê kirine, lê rayedarên îstixbaretê daxwaza wan red kirine û gef li wan xwariye ku têkildarî mijarê bi tu kesan re neaxivin.”

Li gor agahiyên çavkaniya navborî, sê zarokên piçûk yên Şemsnejad (Serok, Serhat û Serhildan) jî roja Pêncşemê ji aliyê sîxûrên rejîmê hatine tirsandin ku nabe hûn di derbarê bavê xwe de bi tu kesî re biaxivinb. Ajanên rejîmê her wiha malbata Şemsnejad tehdîd kirine ku eger nûçe ango agahiyek li ser wî derkeve derve, wê ew bi dijwarî bên êşandin.

Çavkaniya pêbawer her wiha xeber da ku maşîn, hesabê bankê ya Şemsnejad hatiye desteserkirin û mekteba wî ya parêzeriyê ku li kolana Ostadan ya Ûrmiyê de ye hatiye girtin. Niha jî ji aliyê çend ajanan di bin çavdêriyê ye.

Parêzerê dadgehê Mesûd Şemsnijad di sala 2013'an de 37 rojan li girtîgeha Îtilia’atê de girtî bû û piştre bi danîna wesîqeyekî giran hate berdan. Şemsnijad parastina dosyayên hejmarek ji girtiyên siyasî yên Kurd kiriye ku ji wan Hebîbûllah Golperîpûr hate darvekirin û Elî û Rizgar Efşarî jî cezayê darvekirinê li wan hatiye birîn.