Rejîma Îranê êrîş kir: Kolberek hate kuştin, 4 jî birîndar bûn

Rejîma Îranê zext û zordariya li dijî kolberan didomîne. Hêzên rejîmê dîsa li ser sînorê navbera Rojhilat û Başûrê Kurdistanê êrîşî kolberan kir. Ji ber êrîşê kolberek mir, 4 jî birîndar bûn.

Li gorî nûçeya Kolber Newsê 4'ê Kanûna 2018'an li ser sînorê Başûr û Rojhilatê Kurdistanê li navçeya Kanî Zerdiya ya Serdeştê pastarên Îranê komek kolber gulebaran kirin. Di encama êrîşa pasdaran de kolberê bi navê Cehfer Mûnîr (38) birîndar bû. Di heman demê de li nêzî heman herêmê pastarên Îranê gule reşandin li ser komeke din a kolberan. Di encama vê êrîşê de jî kolberê bi navê Adil Şefîq birîndar bû.

Şevê din li navsera Çiyayê Kêleşînê jî komek kolber ji aliyê hêzên rejîmê ve hatin gulebarankirin. Di vê êrîşa hêzên rejîmê de jî kolberê Bi navê Qadir Salihiyan hate kuştin.

Her wiha li Bêtûşa Serdeştê jî pasdarên Îranê gule li komek din a kolberan reşandin. Li vê derê jî kolberê ji bajarê Bokanê yê Rojhilatê Kurdistanê giran birîndar bû. Hate gotin ku kolberê birîndar bûyî rakirine nexweşxaneya bajarê Serdeştê.

Di heman rojê de li bilindahiya Dalamperê, kolberê bi navê Omer Nebî Zade yê niştecihê Mirgewera Urmiyê, bû hedefa guleya pasdarên Îranê û bi giran birîndar bû. Omer Nebî ji bo dermankirinê rakirin nexweşxaneya Ûrmiyê.

Tenê di nava meha Mijdarê de 30 kolber li ser sînorê Rojhilat, Bakur û Başûr ji hêla hêzên rejîma Îranê ve hatine kuştin.