Rejîma Îranê 3 girtiyên siyasî yên Kurd darve kirin

Rejîma Îranê tevî hemû nerazîbûnên navnetewî girtiyên siyasî yên Kurd Ramîn Huseyîn Penahî, Zanyar Muradî û Loqman Muradî bi darve kirin.

Rejîma Îranê vê sibê girtiyê siyasî yê Kurd Ramîn Huseyîn Penahî darve kir. Birayê Penahî Emced Huseyîn penahî li ser hesabê xwe yê twîtterê ragihand ku birayê wî hatiye darve kirin.

Diyar bû girtiyên siyasî yên Kurd Zanyar Muradî û Loqman Muradî yên ji sala 2009’ê ve li Îranê girtî vê sibê hatine darve kirin. Ajansa nûçeyan a fermî Farsnews ragihand ku girtiyên Kurd Zanyar û Loqman Muradî yên li girtîgeha Recaîşar vê sibê hatine darvekirin. Li gorî Farsnewsê Zanyar, Loqman û Penahî bi hevre hatine darvekirin.

Zanyar û Loqman Muradî ji roja 5’ê Îlonê ve di hucreya yek kesî de dihate hiştin û hatibû ragihandin wê roja Şemiyê (Îro) werin bi darve kirin.

Penahî 23’yê Hezîrana 2017’an di kemîneke Mihafizê Şoreşê de bi birîndarî êsîr ketibû. Penahî yê ku ji êrîşê sax filitî ne bi çek bû. Behzad Nûrî, Hamed Seyf Penahî û Sabah Huseyîn Penahî bi kemînê hatibûn înfazkirin. Li ser aktîvîst Penahî yê 24 salî ku bi îdîaya endamê rêxistina Komalayê ye cezayê darvekirinê lê hatibû birîn, ev ceza ji hêla Dadgeha Bilind ve Nîsanê hatibû pejirandin.

Fikar hebûn ku Penahî heftiya pêşî ya Gulanê were darvekirin. Lê li ser helwestên zêde ceza ji bo demekê hate rawestandin. Ji malbatê re hate gotin ku Penahî piştî cejna Remazanê wê were darvekirin. Li ser Penahî tim gefa darvekirinê hebû. Ji bo ku biryara darvekirinê were rawestandin Neteweyên Yekbûyî û Rêxistina Efûyê ya Navnetewî banga kiribûn.

Zanyar û Loqman Muradî yên ji bajarê Merîwan a Rojhilatê Kurdistanê di sala 2009’an de hatibûn girtin û di sala 2011’an de di derbarê wan de cezayê darvekirinê hatibû dayîn.

DARVEKIRINÊN PIŞTÎ HEVÎDINA ERDOGAN-RÛHANÎ

Darvekirina her 3 girtiyan a piştî hevdîtina Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan a li gel Hasan Rûhanî ya li Tahranê bal kişand. Rejîma Îranê hema piştî lûtkeya li Tehranê li gel darvekirina, gelek navendên li Başûrê Kurdistanê jî bombe kir.

KOMARA DARVEKIRINÊ

Rejîma Îranê piştî Çînê di cîhanê de yek ji welatê herî darvekirin lê tê kirine. Li gorî çavkaniyên muxalîfan tenê di meha Îlonê de herî kêm 17 kes hatine darvekirin. Dîsa ji serê salê û vir ve hejmara kesên hatine darvekirin herî kêm 205 kesin. Di sala 2017’an de 544, sala 2016’an de jî 553 kes hatine darvekirin.