'Reforma hiqûqê bi bidawîkirina tecrîdê dibe'

Parêzer Serdar Çelebî diyar kir ku ti aliyê hiqûqî yê tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nîne û got, "Reforma hiqûqê bi şikandina tecrîdê dibe."

Tecrîdkirina Rêberê Gleê Kurd Abdullah Ocalan roj bi roj tê şidandin. Parêzer Serdar Çelebî mijar nirxand.

'ALIYEKÎ HIQÛQÎ YÊ TECRÎDÊ NÎNE'

Çelebî destnîşan kir ku ti aliyekî hiqûqî yê tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nîne û bal kişand ser mafên girtî û hikumxwaran ên di mewzûatê de.

Çelebî bi bîr xist ku tecrîd di nava peymanên navneteweyî de weke 'rêbazeke êşkenceyê' tê dîtin û bang li Tirkiyeyê kir ku li gorî peymanên ku mohra xwe daniye binî, tecrîdê bi dawî bike.

'TECRÎD ENCAMEKE SIYASETA TIRKIYEYÊ YE'

Çelebî anî ziman ku zext û ferzkirina tecrîdê mijareke polîtîk e û ragihand ku bandora Rêberê Gelê Kurd a li ser gelan, weke sedema tecrîdê tê dîtin.

Çelebî got, "Bandora gotinên Ocalan di pêvajoya çareseriyê de hate dîtin. Bi nameya ku li Newrozê hate xwendin re bêhn hate ber Tirkiyeyê. Çek bêdeng bûn, mirov nehatin kuştin. Ji aliyê aborî û civakî ve asta aramiyê bilind bû. Ji bo paşerojê mirov êdî bû xwedî hêvî. Ev bandor hîn jî dewam dike."

Çelebî diyar kir ku Ocalan ji bo siyaseta Tirkiyeyê û çareseriya pirsgirêka Kurd kesekî girîng e û got, "Lewma tecrîdkirina Ocalan encameke siyaseta konjonkturî ya Tirkiyeyê ye. Rewşa Tirkiyeyê ya li derve û hundir li pêş çavan e. Tecrîdê Tirkiye xiste vê rewşê."

'REFORMA HERÎ BAŞ A HIQÛQÊ, BI BIDAWÎKIRINA TECRÎDÊ DIBE'

Çelebî bal kişand ser gotina "Em ê reforma hiqûqê bikin" a Erdogan û got, "Reform bi guhertina zîhniyetê dibe. Lewma eger wê qala reformê bê kirin divê bi nêteke baş li ser qanûnên heyî rawestin û bi nêzîkatiyên mirovî tevbigerin. Di vir de bidawîkirina tecrîdê, bersiva ji bo serlêdanên parêzeran û pêkanîna hevdîtinê, wê bibe reformeke xwezayî ya hiqûqî. Ev rewş wê rêyekê deyne ber siyaseta xitimî. Lewma mirov dikare bêje ku reforma herî baş a hiqûqê bi bidawîkirina tecrîdê dibe."