‘Rêbertiyê vê partiyê ji tinebûnê ava kir’

Em di kêliyên ku dema bê bîra we hem hestyar û hem jî xemgîn bibin de ne. Delîl Dilpak ê di sala 1988’an bi Ocalan re di heman malê de bû got: “ Rêbertiyê ev partî ji tinebûnê ava kir. Her demê di ferqa vê de jiya û bi me da jiyîn.”

Dîsa di bin baranekê de rêwîn e. Di hewayekî wiha de em bûn rêwî û ketin ser rê û em bîranînên Delîl Dilpak ê di sala 1988’an bi Rêberê Gelê Kurd Abdullha Ocalan re di heman malê de bû guhdar dikin. Weke tîma Şopdarên Rojê dînin û bîranên dibihîsin ji bo we radigihînin.

Delîl Dilpak ê bi salan e gerîla, dîtina xwe ya yekem a bi Ocalan û hestên demê ji bo me vegot:

DÎTINA YEKEM

“Şev bû, ronahî pir kêm bû. Ez li ser pêlpêlkan rawestiya bûm. Rêbertî derî vekir û destê xwe dirêj kir. Heta wê kêliyê min Rêbertî nedîtibû. Min destê xwe dirêj kir, wî jî destê min girt û ez hilkişandim û min ji dil û can himêz kir… piştre ketin hundir. Di hundirê malê de bi ronahiya zêde re wê demê min ferqkir ku yê ez himêz kirî Rêbertî ye. Wê demê hestên pir cuda bi min re serî hilda. Xeyalê ku bi salan li bendê bûm, wan kêliyan dijiyam û ew mirov li pêşberî min bû, bi hemû rastiya xwe.Nexasim min hêvî nedikir ku rastî ye. Lê Rêbertî ev ferqkir û girnijî.

Piştî demek borî û bi şûnde me bi hev re xwarin amade kir. Rêbertî şorbe amade kiribû, me bi hev re sofre danî. Her ku Rêbertî dest bi sobhetê kir, sobheta me kûr bû.”

Dema ku Delîl vê bilêv dike ez jî navberê pirsê xwe didomînim. Dema min pirsa di heman malê de hestek çawa bi te re çêkir û Ocalan di nava malekê de jiyanek çawa daye avakirin pirs kir, ev tişt vegot:

‘HEMAN MALÊ PARVEKIRIN…’

“Di wê pêvajoyê de du malên me hebûn. Rêbertî car di her du malan de jî dima. Li gorî hejmar kêm bûn, disiplîneke mezin a ku Rêbertiyê ya xwezayî dayî avakirin hebû. Her tişt di nava xwezaya xwe de pêş dike. Hevrêyên dihatin jî tevlî vê dibûn. Her wiha perwerdehî jî tim hebû.

Dema Rêbertî dihate malê li her cihî digeriya û piştre dirûnişt. Me wê demê dizanî ku Rêbertî dixwest disiplîna me ya xweser fam bike. Me jî her demê xwe perwerde dikir. Di jiyanê de Rêbertî me perwerde dikir. Nimûne; demê nûçeyan qet nedihate derbaskirin. Ev jî ji bo me dersek bû. Dîsa saetên sporê yên sibê qet nedihate paşvexistin. Gelek mînakên vê hebûn. Rêbertî li malekê jiyaneke xwezayî û baş dabû avakirin.

Her demê Rêbertiyê pêşniyar û nirxandinên me jî diprisiya. Bi vê yekê jî me pêş dixist. Di her mijarê de fikrên wî hebûn û bi me re jî parve dikir.

 ‘PARASTINA NIRXAN JI BO RÊBERTIYÊ RÊGEZ BÛ’

Rêbertiyê ji tinebûnê ev partî ava kir. Her demê di ferqa vê de jiya û bi me da jiyîn. Li dijî mezaxtina bê serûber bû û li ber dirawestiya. Nimûne; min şahidî kir bi salan yek gumlek li xwe dikir. Her çendî hevrêyan gumlek anîbana jî Rêbertiyê heta gumlek neçirîbana li xwe nedikir. Ev tenê ji bo gulmek ne derbasdar bû, ji xwarinê bigire heta her qada jiyanê wiha bû. Dema ku hevrêyekê xwarina di lalîka xwe de nediqedan Rêbertiyê ev digot; ‘Madem nikarî vê qasê bixwî çima evqasê xwarin dixî lalîka xwe, ev keda şehîd û gelê me ye.’ Her demê jî bi vê nêzîk dibû.