Rê tune vîlla çêkirine!

Li Artemêta Wanê li ciha ku rêya wê tune 20 vîlla hatin avakirin. Du vîlla yên qeyûmê AKP’yî Îsmaîl Say in.

Şaredariya Artemêtê li Wanê yek ji wê şaredariyê ye ku herî zêde erdê di destê xwe de difiroşe. Niha jî erdên Xezîneyê ji îmarê re vekiriye.

Şaredariya Artêmetê ya ku bi destê qeyyûm tê birêvebirin di nava du salan de hemû erdên di destê xwe de firot. Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê û Şaredariya Artemêtê di sala 2020’an de biryar dan ku li qada 2 kîlometrekare ya di navbera TOKÎ’ya kevn û nû rê asfalt bike lê di 9 mehan de rê hate asfaltkirin. Piştî asfaltê erdên Xezîneyê yên li dora rê ji îmarê re hate vekirin û li vê derê 20 vîlla hatin avakirin. Rêya ku di 9 mehan de hate çêkirin di nava sê mehan de xera bû. Ji bo çêkirina rêyê AKP’yiyan dîsa rantek bi dest xistin.

Hate diyarkirin ji nav 20 vîllayan 2 vîlla yên qeyûmê Artemêtê Îsmaîl Say e. Çavkaniyekî ku nexwest navê wî were eşkerekirin diyar kir ku qeyûmê Tûşbayê Salih Akman jî vîllayek çêkiriye; Say û Akman car caran tên vîllayan.