Rastiya ku bi berxwedana HPG'ê derkete holê -3-

Me encamên girîng ên bîlançoya sala 2018'an a HPG'ê nirxandibûn. Di vir de çend xisûs hene ku balê dikişînin. 

Me encamên girîng ên bîlançoya sala 2018'an a HPG'ê nirxandibûn. Di vir de çend xisûs hene ku balê dikişînin. Bi taybetî, Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel Mûrat Karayilan di daxuyaniyên xwe yên çapemeniyê de işaret bi hewldanê ji bo afirandina gerîlatiya sedsalê dikir. Her wiha pêngavên nû yên taktîkî ku weke parçeyek ji vê hewldana nû ketin rojevê.

TAKTÎKA NÛ, TEKNÎKA NÛ!

Di vê çarçoveyê de dawiya sala 2018'an hin çalakî pêk hatin ku raya giştî hîn fêhm nekiriye bê çawa hatin lidarxistin. Dîmenên van çalakiyan di çapemeniyê de hatin weşandin, lewma çapemeniya Tirk nekarî jinedîtî ve bê. HPG'ê li ser vê çalakiyê ev daxuyanî dabû:

"Hêzên me, êvara 9'ê Mijdarê û sibeha 10'ê Mijdarê saet 9'an li dijî 6 baregehên leşkerî yên dewleta Tirk û Walîtiya Şirnexê çalakî pêk anîn. Di vê çarçoveyê de li dijî Girê Silor ê navçeya Bêsosinê (Ortaklar Köyü Süngü Tepesi) ya li Şemzînanê, Tûgaya Komando ya Çiyê ya Colemêrgê, Qada Navendî ya 23. Fermandariya Tumenê ya Şirnexê, Tabûra Tankê ya Cizîrê, Qada Kombûna Leşkerî ya Hacilar a Silopiyayê û Qereqola Sînor a Şehît Mesût çalakiyên pêk hatin. Saet 09:05'an ji cihekî nêz ve li Walîtiya Şirnexê hate xistin.

Di vê pêngava şoreşgerî de ku bi taktîk û teknîkeke nû pêk hat, gelek kuştiyên dijmin çêbûn. Lê belê mîna her carê dewleta Tirk a faşîst hejmara kuştiyên xwe yên van çalakiyan veşartiye."

Xuya ye ev pêvajoya amadekariyê û pêngava nû, wê sala 2019'an bigihêje astake hîn bi bandor a çalakiyan. Hêzên gerîla ku wê rê li ber atmosfereke cuda ya şer vekin, eşkere ye ku wê rejîma AKP'ê hîn tengav bikin.

Ev rewş di heman demê de bersivê dide pirsa 'Wê sala 2019'an çawa be?'

'ÊRÎŞA LI SER ROJAVA ÊRÎŞA TOPYEKÛN A TINEKIRINÊ YE'

Xisûseke din a girîng ku di sala 2019'an de ji aliyê leşkerî ve derdikeve pêş, amadekariyên dagirkirina Rojavayê Kurdistanê ye. Daxuyaniyên Birêz Karayilan nîşan dan ku ev plana êrîşê êrîşeke tinekirinê ya topyekûn e û şerê mezin ê dawî ye. Karayilan diyar kir, ew li Botanê, li qada Bakurê Kurdistanê li benda şerekî wiha bû, lê dewleta Tirk ji bo vî şerê xwe yê dawî Rojavayê Kurdistanê tercîh kiriye. Ev daxuyanî nîşan dide ku PKK êrîşên heyî weke êrîşeke tinekirinê ya topyekûn dibîne û ev êrîş li çar parçeyên Kurdistanê ji bo tasfiyekirina hemû nirxên Kurdan wê bê kirin. Pêkhateyên Tevgera Azadiyê ya Kurd li dijî vê yekê balê dikişînin ser berxwedanê û li her qadê têkoşîn û berxwedana topyekûn danîne ber xwe. Yanî eger êrîş li dijî Rojava bê kirin, KCK wê bi rêxistinbûnên xwe hemûyan li her parçeyî bi rengekî topyekûn li ber xwe bide.

Li gel girîngiya van daxuyaniyan, nasnameya saziya ku ev daxuyanî daye jî gelekî girîng e! Mûrat Karayilan Biryargeha Navenda Parastina Gel ev daxuyanî da. Fermandariya Biryargeha Navendî ne tenê HPG-YJA Star e. Navenda ku parçeyek ji sîstema KCK'ê ye, saziya sîwanî ya xebatên leşkerî yên li çar parçeyên Kurdistanê ye ku di xeta Parastina Rewa de tevdigerin. Lewma ev sazî bi qasî Bakurê Kurdistanê, rewşa leşkerî ya li Rojava, Rojhilat û Başûr jî dişopîne, xwe berpirsyar dibîne û di vê çarçoveyê de polîtîkayê diafirîne. YPG, YPJ, HRK, RJAK, YPS û rêxistinên mîna wan, tevî ku yekser pê ve negirêdayî jî bin, daxuyaniyên vê saziyê girîng dibînin û ji tecrûbeyên wê sûdê werdigirin.

Eger êrîşa topyekûn a ji bo dagirkirina Rojavayê Kurdistanê weke şerê dawî tê dîtin, wê çaxê hêzên xweparastinê hemû wê li gorî vê yekê tevbigerin. Nêzîkatiya gerîlayên HPG-YJA Starê ya li sala 2019'an tê wê wateyê ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê wê hedef û şêweyên cuda yên çalakiyan bikevin rojevê.

EGER POLÎTÎKAYA YEKÎTIYA NETEWEYÎ NEYÊ AFIRANDIN, DIBE KU ŞER BIKEVE ROJEVÊ

Di vir de mijarke din a girîng; helwest û êrîşkariya hin hêzên hevkar ên Başûrî ye. Ev sekna hevkarî û êrîşkariyê, niha bi vekirî nehatiye îlankirin. Ev yek jî ji ber tirs û fikara ji hêza PKK'ê ya leşkerî, siyasî û îdeolojîk e.  Gelo, eger bûyerên diqewimin bigihêje asta şerê topyekûn, dibe ku rewşeke welê rû bide ku hin hêzên xwedî nêtên nebaş cesaretê jê bigirin? Ev helwesta veşartî dibe ku veguhere asta şerê vekirî. Mesela; ENKS li Rojavayê Kurdistanê bi roleke wiha radibe. Ya jî hin hêzên Başûrî dibe ku bixwazin ji rewşa heyî sûdê werbigirin. Mînak; di êrîşeke topyekûn a dijî Rojava de, di berdêla sozên 'Bicihbûna li Rojava, dewrgirtina vê derê' de, dibe ku bibin parçeyek ji êrîşeke mezin. Ev yek pêkan e. Hêzên ku qala wan tê kirin, niha bi rengekî vekirî bi Tirkiyeyê re hevkariyê dikin, xwe teslîmî Tirkiyeyê kirine ku Tirkiye kujerê Kurdan e. Gelek rêxistin û sazî ketine bin kontrola îstîxbarata Tirk. Ji bo pêşî li vê yekê were girtin, ev hêz divê bes bi Tirkiyeyê re kar bikin û li dijî metirsiya êrîşeke topyekûn, sala 2019'an li gorî polîtîkaya yekîtiya neteweyî tevbigerin.

KURD BI ŞOREŞEKE HERÊMÎ DIKARIN JI NAVA VÊ KAOSÊ DERKEVIN

Rastiya ku bîlançoya HPG'ê ya sala 2018'an raxist pêş çavan ew e; hêzên xweparastinê yên berxwedêr xwedî wê hêz û amadekariyê ne ku şerê topyekûn ê sala 2019'an bi her awayî pêşwazî bikin. Têkoşîn û rêbaza şer a gerîla di wê astê de ye ku dikare li dijî artêşên mezin jî bi ser bikeve. Divê gelê Kurd di vî warî de nekeve nava fikar û gumanan. 

Eger qada siyaseta demokratîk, xebatên rêxistinbûnê, karên dîplomasî, çapemenî, çand, ciwan, jin û hwd. li dijî êrîşên topyekûn xwe di xeta berxwedana topyekûn de bi têrkerî amade bikin, gelê Kurd dikare bi şoreşeke herêmî ya mezin ji nava vê pêvajoya metirsîdar derkeve.