Rastiya ku bi berxwedana HPG'ê derkete holê -1-

Berxwedana gerîlayên HPG û YJA Starê ya sala 2018'an, rastiyeke girîng derxist holê. Dewleta Tirk ji bo windahiyên xwe veşêre di nava vê demê de kampanyayeke mezin a derewan meşand.

Erdogan ku faşîstê serdemê ye û tifaqa AKP-MHP'ê ku rengê dewletê yê vê faşîzmê ye, bi rengekî metirsîdar faşîzm li Tirkiye kiriye sîstemeke serdest. 'Serketina herî mezin' a Erdogan û rejîma wî ew e, ku faşîzm bi civakê daye qebûlkirin. Şaş e ku bê gotin; civak jiyana bi faşîzmê qebûl dike. Ji ser serketin jî di vir de ye! 'Serketin' ew e, ku ya nayê qebûlkirin û civakê li hev dîtine. Lewma rewşa civakî ya li Tirkiyeyê rewşeke mîna ya nexweşekî giran e. Di nava piraniya ciavkê de ev pirsgirêka ruhî heye. Ev yek ne cihê nîqaşê ye. Hêza ku xwe ji vê nexweşiya ruhî parastiye, ew beşa civakê ye ku bi rengekî polîtîk û rêxistinî li dijî vê sîstemê li ber xwe dide. Berxwedan şertê yekane ye ji bo parastina ruhî. Lewma, têkoşîna azadî û demokrasiyê ya li Tirkiyeyê, ji lêgerîna li sîstemekê wêdetir xwedî erk û berpirsyariya parastina tenduristiya civakê ye.

FAŞÎSTÊ HERÎ ŞAREZA, FAŞÎSTÊ HERÎ DEREWÎN E

Eger mirovekî ji rêzê bi tecrûbeyên ji Tirkiyeyê bixwaze pirtûka li ser faşîzmê binivîsîne, xuya ye sernavê herî xweş lê tê wê bi vî rengî be: 'Faşîstê herî şareza, faşîstê herî derewîn e'. Erdogan ku faşîstê serdemê ye, di heman demê de derewînê serdemê ye. Sîstema wî ya herî bi bandor, sîstema wî ya derewan e. Derewînekî xurt ti carî bi rûmet, şeref û nirxên bi vî rengî yên manewî li hev nake. Ji xwe derew bi xwe êrîşa li dijî van nirxan e, li cihê ku ev nirx nîne derew diafire. Lewma ji bo sîstemeke xurt a derewan bê avakirin, divê mirov dest ji van nirxan berdin. Faşîstê herî mezin ê serdemê ne tenê derewînê herî mezin ê serdemê ye, her wiha bêrûmet û demogogê herî mezin ê serdemê ye. Erdogan ji vî alî ve yekî 'serketî' ye.

Ji tecrûbe û bûyerên li Tiriyeyê mirov fêhm dike, eger yekî bi vî rengî 'serketî' li welatekî hebe, wê çaxê nexweşî li nava wê civakê belav bûye. Çepikên ku ji bo vê 'serketinê' lê didin, nîşaneya vê rastiyê ye.

RASTIYA BÎLANÇOYÊ

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel, wê di nava rojek du rojan de bîlançoya gerîla ya salekê eşkere bike. Ev nivîs nirxandina bîlançoyê bû. Lê belê agahiyên ku di bîlançoyê de were gotin, hişt ku ev yek li ser bê nivîsandin.

Şerê li Tirkiyeyê û encamên wê, nêzî saleke em ji saziyên çapemeniyê yên ji aliyê Erdogan ve hatine desteserkirin dibihîzin ku ji aliyê biryargehên faşîzmê ve weke saziyeke şerê taybet tê birêvebirin. Saleke çîrokên bi navê 'terorîstên hatin kuştin, rêxistina li ber tinebûnê ye, baregehên gerîla yên hatin rûxandin û hwd.' bi gelek derewan tên weşandin.

Kêm jî berê, cenazeyên leşker û polîsan li pêşiya van derewan dibû asteng. Lê êdî nûçeyek bi tenê jî li ser cenazeyên leşker û polîsan nayê weşandin. Mîna ku fîşek bi artêşa AKP'ê ve naçe û di şer de qet tiştek pê nayê! Weke ku mirovên xizan ên Anatoliyê cenazeyên zarokên xwe bi kêfxweşî pêşwazî dikin. Vê demê li dijî van nûçeyan jî operasyon hatiye kirin. Weke ku her tişt gelekî baş e, rewş baş e pêşkêşî civaka Tirkiyeyê dikin.

Di nava vê tevlîhevî û rageşiyê de, ji ber ku çapemeniya azad çareyekê ji bandora pêla faşîzmê re nedîtiye, civaka Kurd jî bûye mexdûrê operasyona mezin a vê sîstema derewan. Daxwaz û armanc jî ew e: Civaka Kurd bikin mexdûrê vê derewê, gerîlayên ku hêviya azadiyê ya civakê ye û serketinên mezin ên gerîla ji hiş û mejiyê mirovan derxînin.

Bîlançoya salane ya ku Navenda Parastina Gel eşkere bike, vê organîzasyona mezin a derewan bi rengekî berbiçav eşkere dike. Daxuyaniya Biryargeha Navenda Parastina Gel ku wê di nava rojek du rojan de li ANF'ê were weşandin, xwegî agahiyên girîng e. Ez ê van agahiyan di beşa duyemîn a nivîsa xwe de eşkere bikim û hewl bidim binirxînim.

ORGANÎZASYONA MEZIN A DEREWAN

Li pêşberî operasyona ku têkçûna mezin weke serketinekê nîşan dide, mirov matmayî dimînin.

Eger ne welê bûya, 2 hezar tîmên taybet, leşker û polîsên di nava sala 2018'an de di çalakiyên gerîla de hatin kuştin, wê bi çi rengî karîbûya bihata veşartin?