'Raporên têkilî cinayeta Elçî bi israr nadin me'

Parêzer Gamze Yalçin, têkilî dosyaya lêpirsînê ya Tahir Elçî got, raporên têkilî cînayetê bi israr nadin wan.

Di ser kuştina Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî re 3 sal derbas bûn. Elçî 28'ê Mijdara 2015'an li ber Mînareya Çarling a Sûrê dema ku daxuyanî dayî hate kuştin. Ji wê rojê ve hê kuştina Elçî nehatiye ronîkirin.

Endama komîsyona xebata dosyaya Tahir Elçî Parêzer Gamze Yalçin têkilî dosyaya Elçî agahî da ajansa me.

LÊPIRSÎNEKE KARÎGER NAYÊ KIRIN

Yalçin bi bîr xist li gel ku 3 sal di ser kuştina Elçî re debas bûne jî lêpirsîneke karîger nehatiyek kirin û ev li ber ronkahiya biryarên Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) binpêkirina mafê jiyanê yê Tahir Elçî ye.

Yalçin got dewlet jê berpirse ku lêpirsîneke karîger bike lê ji roja bûyerê ve ti delîl nehatine civandin, ji destpêkê ve jixwe lêpirsînê derb xwariye.

Yalçn diyar kir delîla herî girîng a dosyayê li gor wan gule ye û nedîtina guleyê ya li kuçeya ku Elçî lê hatî kuştin nîşana wê ye ku lêpirsîneke karîger nehatiye kirin. Yalçin got, bi lêkolîneke li kuçeya cihê bûyerê pêkan bûye ku gule bihate dîtin lê roja pêşî ti lêkolîneke li cihê bûyerê nehatiye kirin, piştî bûyerê bi du rojan lêkolîn li cihê bûyerê hate kirin lê dîsa jî delîl hemû li kuçeyê hatine hiştin.

LI SER DOSYAYÊ BI RENGEKÎ FIILÎ BIRYARA VEŞARTINÊ HEYE

Yalçin bi berdewamî got li kuçeya ku Elçî lê hatî kuştin polîsên li kuçeyê bi rengê şahidan îfade dane lê ne bi rengê gumanbaran, diya kir di bûyereke edlî de her kesê ku li ber kameran guleyan direşîne bi rengê gumanbar îfade dide û bi ser de ji bo ku delîlan xef nekin biryara girtinê li ser tê standin lê di bûyera Elçî ev nehatiye kirin.

Yalçin her wiha got di dosyayê de bi fermî li gel ku biryara veşartinê tien jî, saziyên lêpirsînê li ser dosyayê biryareke fiilî ya veşartinê dan.

'KUJER NE TENÊ TETÎKKÊŞ IN'

Yalçin got li cem wan roja kuştina Elçî ne 28'ê Mijdarê, beriya vê ev pêvajo dest pê kiriye, piştî axaftina Elçî ya bernameyeke TV'yê lînçkirina Elçî bi bîr xist û got, ''Divê mirov vê bi bîr bîne û ji bîr neke. Faîlên ku Tahir Elçî kuştin ne tenê ew in ku pê li tetîkê kirine''

DÎMENÊN KU JÊ HATINE BIRIN

Yalçin diyar kir di wan dîmenan de ku ji şûbeya foto-fîlm a emniyetê standine 13 saniye jê birine û got, ''Biya min ev 13 saniye yên wê demê ne ku Tahir Elçî hatiye kuştin. Her wiha di kamerayên PTT'ê yên wê kuçeyê de me tespît kiribû ku 17 deqe jê hatine birîn. Ev 17 deqe dema kuştina Tahir Elçî ye.''

RAPORA KU JI PARÊZERAN TÊ VEŞARTIN

Parêzer Yalçin got ewraqeke dî jî heye ku heta niha nedane wan û got, ''Ev ewraq ewraqa Serekemifetişiya Milkiyê ye ku ji hêla Wezareta Karê Navxwe ve, roja ku Elçî hatî kuştin, hatibû peywirdarkirin. Wê demê, serekmifetişiyê li hevalên me yên parêzer ên ku wê demê li kuçeyê bûn, li welatiyan û polîsan guhdar kiribûn û ew rapor hazir kiribûn. Baroya me xwest ku vê raporê bidin wan jî. Lê serekmifetişiyê gotiye rapor ji bo dosyaya Serdozgeriya Komarê hatiye şandin. ''

Yalçin bi berdewamî diyar kir dema ku wan li ser navê komîsyona dosyayê û baroyê ev ewraq xwestine dozgeriyê gotiye ti ewreqek wiha li cem wan tine û got, ''Ev rewş jî dike ku mirov bibêje, gelo di vê raporê de tespîteke cuda hate kirin. An jî li ser gumanbaran nirxandin hatine kirin? Di raporê de hatiye gotin ev kes gumanbar in, ji bo wiha nayê parvekirin? Divê saziyên rayedar vê bibêjin.''

RÊYA DADGEHA DESTÛRÊ Û DMME'YÊ

Yalçin herî dawî got têkilî binpêkirina mafê jiyanê ew dikarin serî li Dadgeha Destûrê û DMME'Yê bini lê ji ber sedema xitimîna dosyayê, wan bi navê ''mîmariya edlî' xebateke teknîk dane destpêkirin û li benda encama wê ne. Yalçin diya kir encama vê xebatê jî di nêz de ji hêla baroyê ve wê were parvekirin û piştî vê qonaxê jî heke dozgerî  lêpirsîna faîl an jî gumanbar neke ew ê serî li Dadgeha Destûrê bidin.