Rapora DFG’ê ya Tîrmehê: Rojnamevan tên êşkencekirin

DFG’ê rapora xwe ya meha Tîrmehê ya binpêkirinên li ser rojnamevanan eşkere kir. Li gorî raporê, destgîrkirin, êşkence, şidet, girtin û sîxûriya li ser rojnamevanan tê ferzkirin di meha Tîrmehê de jî dom kir.

Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG), binpêkirinên mafên rojnamegeran ên meha tîrmehê bi raporekê eşkera kir. Di raporê de hatiye destnîşankirin ku di meha Tîrmehê de rojnameger hatine girtin û destgîrkirin û derbarê wan lêpirsîn hatine destpêkirin. Di rapora de hat diyarkirin ku dema şopandina nûçeyan polîsan rojnamegeran asteng kiriye û li Stenbol, Enqere, Îzmîr, Wan û Amedê tundî li wan kirine û ew birîndar kirine. 

 SÎXURÎ

Di raporê de hat destnîşankirin ku sîxurtî li 2 nûçegîhanên JinNewsê hatiye ferzkirin û têkildarî mijarê ev nirxand hat kirin: "Ev nêzîkatî û yên mîna vê hewldanên tirsandin û ji qadê qutkirina rojnamegeran e. Rojnameger ne muxbîr/sîxurê tu kesî ne. Dewlet jî organîzasyonên din jî heke dixwazin agahî bigirin bila nûçeyên ku em çêdikin binêrin. Jixwe karê ku em dikin û hewldana em didin bi nûçeyên me ji raya giştî re tên ragihandin."

 ÎNFAZ

Di raporê de qala lîsteya înfazê ya 55 muxalîf, siyasetmedar û rojnamegerên li derveyî welat jî hat kirin û ev hate gotin: "Rojnamegerê ku tê gotin navê wî di lîsteyê de ye Erk Acerer destpêkê li mala wî êriş li hat kirin û piştre peyama gefê jê hat şandin. Dîsa rojnameger Celal Başlangiç jî ji ber ku navê wî di lîsteyê de hebû ji aliyê polîsên alman ve hate hişyarkirin. Rewşa lîncê û planên aloziyê ku li welat tê xwestin bê avakirin hatiye berfirehkirin û weke planekê derketiye pêşiya me. Rêveberiyeke ku ewqasa ji rojnamegeran bitirse di rastiyê de wesfên xwe yê rêveberiyê winda kiriye. Lewre rojnameger ne ew kesên ku mirov ji wan bitirse û wan berteref bike."

SANSUR

Di raporê de li ser peyama sansurê ya RTUK'ê ku ji ber şewatên daristanan ji rêveberiyên sazî û dezgehên çapameniyê re şandibû jî hat rawestandin û hat diyarkirin ku peyama RTUK'ê li dijî azadiya çapameniyê darbe ye.

BINPÊKIRINÊN MAFAN 

Di berdewama raporê de cih ji daneyên ku derbarê binpêkirinên mafên rojnamegeran de hatine amadekirin re hat veqetandin. Li gorî vê, di meha Tîrmehê de 4 rojnameger hatine destgîrkirin, tundî û nêzîkatiya xerab li 15 rojnamegeran hatiye kirin, êrîş li 14 rojnamegeran hatiye kirin. sîxurtî li 4 rojnamegeran hatiye ferzkirin û gef li wan hatiye xwarin, dema şopandina nûçeyan 12 rojnameger hatine astengkirin, derbarê 2 rojnamegeran de lêpirsîn hatiye destpêkirin û doz li rojnamegerekî hatiye vekirin, 11 meh û 20 ceza li rojnamegerekî hatiye birîn, dozên ku li 56 rojnamegeran hatine vekirin didomin, RTUK'ê 15 ceza daye 6 qenalan, 283 nûçe û 7 malper hatin astengkirin û rojnamerek ji karê xwe hat derxistin. 

Di raporê de hejmara rojnamegerên girtî jî heta 4'ê Tebaxê weke 65 hat eşkerakirin.