Raperîna li Ranyayê di roja çaremîn de ye

Li Ranyayê çalakiyên protestoyî yên li dijî hikumetê, di roja çaremîn de ye.

Li navçeya Ranya ya Silêmanî, xwepêşandêr di roja 4. de daketin qadan û polîtîkayên hikumetê şermezar dikin.

Di çalakiyan de ku weke raperînê tên binçavkirin, daxwaza îstifaya hikumeta herêmî ya Başûrê Kurdistanê tê xwendin. Di çalakiyan de heta niha gelek avahiyên PDK, YNK û hikumetê hatine şewitandin.

Li Ranyayê ji ber destwerdana hêzên asayîşê li xwepêşandêran, li gorî daxuyaniya fermî 2 kes, li gorî agahiyên ji aliyê gel ve hatin dayin 6 kesan jiyana xwe ji dest dan, bi dehan kes birîndar bûn.