BI DÎMEN

QSD: Em ê pêngava xwe heta bi dawiyê bibin

Pêngava Xezeba Firatê berdewam dike, hêzên QSD’ê li gundê Laqta ku di pêngava pêşî de bi hatibû bi dest xistin, ragihand ku wan pêngava 3. dane destpêkirin. Endamê QSD’ê Gabar Demhat, ‘’Em ê vê pêngavê heta bi dawiyê bibin’’

 

Pêngava Xezaba Firatê ku ev sê heyv in dest pê kiriye û pêngava yekemîn serkeftî bi dawîbû şûnde, pêngava duyem despê kir. Hê pêngava duyem jî ku bi dawî nebûye û didome, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD ) ragihand ku wan ji aliyê gundê Laqta ve ku ev gund di pêngava yekemîn de hatibû rizgar kirin, dest bi pêngava sêyemîn kirine. 

Di Xezaba Firatê de gelek hêzên leşkerî yên Bakûrê Sûriyê cih digirin. YPG, YPJ û QSD tevlê vê pêngavê dibin.

QSD bi amadekarî û moralek pir bilind  dest bi pêngava 3. ya Xezaba Firatê kirin.

Şervanan şeva 3’yê Sibatê bi govend û staranan ve ev pêngav pîroz kirin û heya derengiya şêvê govend gerandin. Roja 4’ê Sibatê şervanan bi heman moral û kêfxweşiyê  amadekariyên xwe yên pêngavê yên dawî qedandin û bi rê ketin.

Endamê QSD’ê Gabar Demhat di despêka axaftina xwe de dibêje ku ew ji bo ku rengê Reqayê zelal bikin diçin û wiha berdewam dike; “Wek Quwetên Sûriyeya Demokratîk me xwe amade kiriye, ji bo pêngavek mezin ya Reqa me xwe amade kiriye. DAİŞ’ê rengê Reqa tarî kiriye, zilm û zorek mezin li ser gel pêk tîne. Ji ber vê jî gel pêwîstiya xwe bi rizgarkirinê heye. Gel bixwe êdî dixwaze rizgar bibe. Ji ber ku zilm û zorek mezin li wan tê kirin. Heya ku em gelê li wê derê rizgar bikin em ê vê pêngavê bidomînin. Em vê pêngavê li ser daxwaziya gelê wir dikin û didomînin. QSD bi tevlîbûna gelek hêzên Sûrî pêk tê. Di vir de YPG, YPJ, QSD’ye, Sotoru  hemû kom bûne ji bo rizgarkirina Reqayê. Ev çar sal e ku ev gel vê zilm û zorê dibîne. Koçberî, qetilkirin her tiştî re derbas bû.”

Şervanê QSD’ê Mihemed Tahir ku ji bajarê rojava yê Hesekê ye jî dibêje ku ew li ser banga gel diçin û dest vê pêngavê kirine û wiha dibêje; “ Ev 3. Pêngava Xezaba Firatê em didomînin. Li ser daxwaziya gelê wir ev pêngav hate destpêkirin û tê meşandin. Em pir kêfxweş in û moralê me jî pir bilind e. em ê Reqayê ji zilm û zora DAIŞ’ê rizgar bikin. Em ê li her derê Rojava û Bakurê Sûriyê fikra tarî, zilm û zora ku di vê demê de tê jiyîn li ber xwe bidin.. Di vê dema niha de em ê Rojava rizgar bikin û lê em tenê ne ji bo rizgarkirina Reqa li kÛ derê zilm û zor heye em ê berê xwe bidin wir şer bikin da ku rizgar bibe.”

Şervanê erka xwe parastinê Yaîn jî tîne ziman ku ew wek erka xweparastin bi amadekariyek mezin ve tevlê vê pêngavê dibin. Yasîn wiha dibêje; “ez leşkerekî erka xwe parastinê me. Pêngava yekemîn hat meşandin û bi rengekî pir baş derbas bû. Ev mehek du meh in jî em di tabûrê de ji bo pêngava 3. Xwe perwerde dikin. Bi qasî 50 kesî em tevlê vê pêngavê  bûne. Em û hevalên YPG’ê û YPJ’ê ve. Pêngava duyem bi serkeftî didome û niha jî em tevlê ya sêyem dibin. Ji tabûra me du komên me jî hene yên êrişê ne. Em hêvîdari n ku bi rengekî pir baş bi ser bikeve.”