Qirkirina siyasî: Hejmara destgîrkiriyan gihîşt 19 kesî

Di operasyonên qirkirina siyasî de yên li 5 bajaran hate kirin, hejmara mirovên hatin destgîrkirin gihîşt 19 kesî.

Polîsên Midûriyeta Emniyetê ya Bajarê Amedê doh serê sibehê li Amed, Îzmîr, Antalya û Mêrdînê operasyonên qirkirina isyasî kir û siyasetmedarên HDP'î, DBP'î, ESP'î û PSK'î jî di nav de 18 kes destgîr kirin. Ji bo 24 saetan hevdîtina bi parêzeran re li kesên hatin destgîrkirin hate qedexekirin.

Endamê Meclîsa Şaredariya Sûrê yê HDP'î Omer Fîlîtoglû jî doh li Wanê hate destgîrkirin. Bi vî rengî hejmara kesên hatin destgîrkirin gihîşt 19 kesî.

Navê kesên hatine destgîrkirin wiha ye:

Rêveberên Rêxistina HDP'ê ya Amedê Mehmet Asana, Şeyhmûs Yavûz, Hevserokê HDP'ê yê Navçeya Baglarê Nasir Yelter û Rêveberê Navçeyê Huseyîn Baran, Hevserokê HDP'ê yê Navçeya Bismilê Şakîr Demîr, rêveberên HDP'ê yên Rêxistina Amedê Yasemîn Akengîn, Mehmet ALî Alkan, Mehmet Suslu û Abdullan Dengîz, Alîkarê Serokê Giştî yê PSK'ê Bayram Bozyel, Hevserokê ESP'ê yê Amedê Erkan Keskîn, Rêvebera SES'ê ya Şaxê Amedê Gulhan Tekîn, Hevseroka Şaxê 2'emîn a Egîtîm-Senê Arzû Koç, Endama Desteya Rêveber a Şaxê Odeya Endezyarên Makîneyê ya TMMOB'ê Arîn Zumrut, Hevserokê Şaxê Amedê ya TUM BEL-SEN'ê Bakî Ondeş, endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Vesiye Yîgît, Rêveberê TUAYDER'ê Şehrat Ûyanik û Nazîfe Yîgît.