‘Qeyyûm îradeya jinan jî kiriye hedef’

Çalakgera TJA’yê Cemîle Çelîk diyar dike jinên li dijî şîddet û qeyyûman têdikoşin, têkoşîna wan hevpar e û balê dikişîne ser vî tiştî ku hedefa pêşîn a qeyyûm îradeya jinan e.

Qeyyûm li şaredariyên Amed, Wan û Mêrdînê hatine wezîfedarkirin hedefa wan a pêşîn jin in. Jin li hemberî vê darbeya li dijî hevserokatî û destkeftiyên jinan li gelek bajaran daketine kolanan. Jin di warê siyasî de dewlet zextan li wan dike û di warê civakî de jî dibin hedefa şîddeta mêran. Li gorî daneyên meha Tebaxê 49 jin ji aliyê mêran ve hatine kuştin.

QEYYÛM DESTESERKIRIN E

Endama ANYAKAY-DER’ê û çalakgera TJA’yê Cemîl Çelîk diyar kir ku qeyyûm tê wateya desteserkirinê û got “Dema gelek îradeya xwe nîşan dide, ev nayê hesabê wan. Lê tişta ku wan aciz dike jî îradeya jinên Kurd e. Jin bi giştî li dijî faşîzmê têdikoşin û ev tişt dewletê aciz dike. Lê ev berxwedan tê wateya vejîna jinên Kurd.

JIN TÊ WATEYA ÎRADEYÊ

Çelîk got ku “Ji ber ku dewletê tiştekî din nedît ku êrîş bike, êrîşî pergala hevserokatiyê dike. Ev tişt jî darbe ye. Lê li hemberî vê darbeyê em jin, em ê pergala hevserokatiyê biparêzin. Hevserokatî destkeftiyeke mezin e û îradeya jinên Kurd e. Pergala hevserokatiyê tê wateya wekhevî, aştî û demokrasiyê. Me bi têkoşînê ev tişt bi dest xist û tu nêta me tuneye ku em vê destkeftina xwe teslîmî şîddeta mêran û dewletê bikin. Ew dixwazin jin li malê rûnên û dernekevin derve. Lê jin vî tiştî qebûl nakin. Ji ber ku jin tê wateya îradeyê. Heta ku jin azad nebin wê civak jî azad nebe. Ji ber vê jî em qeyyûman nas nakin.”

JINEN LI DIJÎ ŞÎDDETÊ Û LI DIJÎ QEYYÛM BI HEV RE NE

Cemîle Çelîk diyar dike ku mirov nikare cînayeta li ser jinan, şîddet û tacîzê û desteserkirian îradeya siyasî ji hev veqetîne. Çelîk got ku “Li alîyekî îradeya jinan tê desteserkirin û li aliyê din jî di meha Tebaxê de 49 jin ji ber şîddeta mêran hatin kuştin. Para dewletê jî di vê şîddetê de heye. Ji ber ku jinan dixe nava malê. Qanûnên ku jinan diparêze jî baş nayên pêkanîn. Ji ber vê jî jinên li dijî şîddetê û jinên li dijî qeyyûm divê bi hev re bin. Piştî em pêşdaraziya di nav xwe de rakin, em ê bikaribin qadên hevpar ên têkoşînê ava bikin.”

Çelîk di dawîya axaftina xwe de got ku “Heta jin nebe, em nikarin qala aştiyê bikin, em nikarin qala demokrasiyê bikin. Ji ber vê jî divê em qîmetê bidin qadên têkoşînê yên hevpar. Divê mêr jî vî tiştî baş fêm bikin, heta jin nebin wê aştî jî pêk neyê.”