Qeyûmê talanker dest bi xerakirina dikanên esnafan kir

Qeyûmê rejîma AKP'ê yê dest daniye ser Şaredariya Erdîşê, piştî ku şaredarî xist bin deynan, niha jî dest bi xerakirina dikanên esnafan kir.

Qeyûmê talanker ê rejîma AKP'ê ku dest daniye ser Şaredariya Erdîşê, malên şaredariyê bi buhayekî gelekî kêm pêşkêşî AKP'iyan kir, wesayitên xizmetê yên şaredariyê jî firot û şaredariya Erdîşê xist bin deynê bi 400 milyonî. Qeyûmê Erdîşê perava Gola Wanê û Gola Wanê bi xwe kir cihekî rantê. Qeyûmên AKP'ê ku beriya niha bi navê 'veguherîna bajarvaniyê' avahiyên gelê Erdîşê xera kir, niha jî bi awayekî kêfî dikanên esnafan xera dike. Gelek dikanên xwedî tapû yên li navenda Erdîşê, ji aliyê qeyûm ve hatin rakirin.

'BI RENGEKÎ KÊFÎ DIKANÊN ME DIGIRIN'

Esnafan diyar kirin ku li Erdîşê hiqûq tê binpêkirin û nerazîbûneke tund nîşanî AKP'ê dan. Esnafekî Erdîşê ku ji ber sedemên ewlekariyê nexwest navê xwe eşkere bike, diyar kir ku Erdîş bûye mîna bajarekî bi bereqeyan. Esnaf got, Erdîş bi 50 salî bi paş de çûye û wiha dewam kir: "Rewşa Erdîşê niha gelekî nebaş e. Her der bûye xirbe. Dikanên nû ji alîgirên xwe re çêkirin, lê destûrê nadim ku em li dikanên xwe bixebitin. Çixare, çay, şekir û malên weke wan ku beriya niha me li dikanên xwe difirotin, bi navê 'malê qaçax' desteser dikin.

Piştî ku ev bahaneya wan qediya, bi rengekî kêfî dest bi girtina dikanên me kirin. Li erdê me yê xwedî tabû jî em nikarin dikana xwe vekin. Ya ku ev dikin zilm e. Çi eleqeya van bi hiqûqê, bi edaletê nîne. Qanûnên xwe yên şexsî li Erdîşê bi cih tînin. Ya ku ev dikin li hiqûqa navneteweyî nayê."