Qeyûmê AKP'ê gelê Wanê talan dike

Qeyûmê li Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, ku bi mehan e kolan û rê kiriye otopark, niha jî di bin navê 'cih digire' pere ji xwediyên wesayitên bazirganî digire.

Qeyûmê rejîma AKP'ê ku dest daniye ser Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ya DBP'yî, heta jê tê gelê Wanê talan dike. Wesayitên bazirganiyê ji ber krîza aboriyê ya li Tirkiyeyê û zêdebûna buhayê benzîn û maztê nikarin bixebitin. Wesayitên bazirganiyê derbeke din jî ji qeyûm xwarin. Qeyûmê ku beriy aniha kolan û rêyên Wanê kir otopark û ji xwediyê wesayitan pere digire, hîn zêdegavî kir û bi hezaran lîre deyn li wesayitên bazirganiyê birî. Bi navê 'cih digire' bi hezaran lîre ji xwediyên wesayitên bazirganiyê hate stendin. Gelek xwediyên wesayitan ji bo karibin deynê şaredariyê bidin, dest bi firotina wesayitên xwe kirin.

JI BO HER CIHÎ PERE DIGIRIN

Xwediyekî wesayita bazirganiyê ku ji ber sedemên ewlekariyê nexwest navê xwe eşkere bike, ji ANF'ê re axivî û nerazîbûn nîşanî qeyûm û hikumeta AKP'ê da. Xwediyê wesayitê diyar kir, AKP û qeyûm Wanê talan dikin û got, "Me tiştekî baş ji destê van nedît. Ji bo her cihî pereyan digirin. Bi navê 'cih digire' bi hezaran lîre pere ji me digirin. Em çi karî bikin, pere dixwazin.

Hema bêjin her roj, hem tîmên şaredariyê hem jî yên polîsên trafîkê bi awayekî kêfî ceza li wesayitên me dibirin. Em jî neçar dimînin her meh bi hezaran lîre ceza bidin. Deyn jî li ser van cezayan zêde kirin. Bi şev û roj em ji bo wan dixebitin. Zema bilind, trafîk û deynên bi vî rengî li me welê kirine ku em nikaribin bixebitin. Ya rast, me talan dikin."

AKP'Ê BAZIRGANÎ Û HILBERÎN LI WELÊT QEDAND

Hikumeta AKP'ê di serî de li Wanê il gelek bajarên Kurdistanê pêşî li bazirganî û hilberînê digire. Bi girtina deriyên sînor ên li Colemêrg, Îdir, Agirî û Wanê re li Kurdan qedexe kir ku bazirganiyê bikin. Lê belê bazirganî li Îraniyan serbest kiriye. Karên bazirganiyê hemû yên li bajarên Wan, Agirî û Îdirê ji aliyê Îraniyan ve tên kirin. Qedexekirina zozan û çêrgehan jî kir ku çandinî û sewalkarî derbeke mezin bixwin.