Qeyûm peykerê Ûgûr Kaymaz hilweşand!

Peykerê Ûgûr Kaymaz ê li Qoserê, li ser fermana qeyûm hate hilweşandin.

Li navçeya Qoser a Mêrdînê Ûgûr Kaymaz ê 12 salî yê ku 12’ê Cotmeha 2014’an li gel bavê xwe Ahmet Kaymaz li pêşiya malê ji aliyê polîsan ve bi gulereşandinê hatin qetilkirin. Ji bedena Ûgûr Kaymaz 13 gule hatin derxistin.

Li ser navê Ûgûr Kaymaz 04/08/2009’an, ji aliyê Şaredariya DTP’ê ya Qoserê ve li bûlvara Qada Qoserê, navê Ûgûr Kaymaz lê hate kirin û peykerê 2 zarokên ku di destê wan de kevok heyî hatibû avakirin.

Ahmet Odabaşi yê ku weke qeyûm ji bo Şaredariya Qoserê hate wezîfedarkirin, li ser fermana wî 10’ê Hezîranê saet di 21:30’an de, destpêkê polîs û wesayîtên TOMA bûlvar dorpêç kirin û bi kepçeyê şikand û hilweşand.

Li qada ku ewlehiyekî zêde hate girtin, rê nehate dayîn ku wêne û kes kom bibin.

Dîsa dayika Ûgûr Kaymaz Makbûle Kaymaz a li Şaredariya Qoserê kar dikir bi Biryarnameyên di Hikmê Qanûnê de ji kar hatibû dûrxistin.