Qeyûm navçeya bi 200 hezar nifûsî tî hişt

Qeyûmê ku hatî ser Şaredariya Mezin a Wanê û yê hatî ser Şaredariya Erdîşê ji b ku elektrîka şebekeya avê nedane ev 10 roj in av li ser nifûsa bi 200 hezar nifûsî birîne.

Qeyûmên ku AKP’ê ew şandin ser Şaredariya Mezin a Wanê û hemû şaredariyên DBP’ê hemû mal û milkên şarederiyan firotin û bi ser de deynekî mezin li ser wan hiştin. Qeyûmên Wanê û Erdîşê di nav 2 salan de bi milyonan lîre deyn kirin stûyê şaredariyê. Rêveberiya Av û Qenelîzasyonê ya Wanê (VASKÎ) ya Şaredariya Mezin a Wanê û qeyûmê Şaredariya Erdîşê bi hinceta ku deynê elektrîka şebekeya avê nedane elektrîka şebekeyên avê birî. Bi qutkirina elektrîkê re navçeya Erdîşê ya bi nifûsa 200 hezarî tî hate hiştin.

KAR Û BARÊ WAN GEL MEXDÛR BIKIN

Ji ber deynên şaredariyên ku hatine desteserkrin gel tim mexdûr dibe. 2016’an piştî ku AKP’ê şaredariyên Kurdistanê desteser kir hemû malên li ser şaredariyan pêşkêşî alîgirên AKP’ê hatin kirin. AKP’yiyên ku malên şaredariyan desteser krin deynekî mezin li stûyê şaredariyan kirin. Yek ji van şaredariyan jî ya Erdîşê ye.

LI BAJARÊ KU TÎ HATE HIŞTIN NEXWEŞIYAN DEST PÊ KIR

Ji ber AKP’ê û qeyûm ku Erdîş kirine cihê rantê ev 10 roj in bajarê bi nifûsa 200 hezarî tî hate hiştin. Li bajêr nexweşiyan dest pê kir. Van rojên dawî bi sedan pitik, zarok û yixtiyar ji ber sedema zikçûn û vereşandinê çûne Nexweşaneya Dewletê ya Erdîşê. Tê gotin heke avê nedin bajarê ku ev bi rojan e av li ser hatiye birîn wê nexweşî zêde bibe.

 ‘EV TENÊ DIZANIN GEL BIŞELIHÎNIN’

Şêniyên navçeyê ji ANF’ê re axivîn. Şêniyan gotin qeyûm her meh bi bihayê 100 lîreyî fatoreya avê li wan dibire û gotin, ‘’Li gel ku bi rojan e navçeya bi nifûsa 200 hezarî bê av e jî ti rayedarek deng ji xwe dernaxîne. Ev 10 roj in ava me tine. Ji bo vê jî em nikarin serê xwe jî bişon. Şaredariya Mezin û ya Erdîşê nikarin elektrîka şebekaya avê bidin?

Pereyên ku ji me distînin çi jê dikin? Van pereyan ne ji bo xizmetê lê ji bo xwe xerc dikin. Dema şaredariyên DBP’ê pirsgirêkên wiha nebûn. Şaredariyên me pereyên ku distandi dikirin xizmet. Lê qeyûm ji me distîne dide alîgirê xwe. Heke pereyên ku ji me standin bikirina xizmet îro gelê Erdîşê tî nedima. Ev tenê dizanin gel bişelihînin. Em ê di hilbijartinên pêş me de vî hesabî bipirsin.’’