Qeyûm li cihê gora komî birkê çêdike

Li navçeya Bismil a Amedê, qada ku eşkere bû di binê qereqolê de hestiyê mirovan derketine holê, bi destê qeyûm wê bikin park û birk. Şaredariya bi serkêşiya qeyûm dest bi karê çêkirina park û birkê kir.

Piştî nûçeya 'Li binê qereqolê gora komî hate dîtin' ku Gulanê li ANF'ê hate weşandin û deng veda, 75 parçeyên hestiyên mirovan ji aliyê şaredariyê ve radestî dozgeriyê hatin kirin û piştre li goristana Akpinarê hatin veşartin. Qada qereqolê ya ku hestiyên mirovan lê hatin dîtin jî bi betonê hatibû girtin.

Piştî 5 mehan, Şaredariya Bismilê ya ku qeyûm dest daniye ser, kete nava liv û tevgerê. Şaredariya Bismilê ji bo li qada gora komî park û birkê çêbike, dest bi kar kir. Qeyûm biryar da ku li wê qadê park û birk bê çêkirin. Nayê zanîn ku dema karê kolandinê de hestiyên nû yên mirovan hatine dîtin an na.

Qeyûmê li Bismilê Hakan Zengînce ji bo parka bê çêkirin got, "Bi projeya me ya li vê derê, em ê navçeya xwe hîn bedew bikin. Em kir qadeke ku şêniyên me bi malbatên xwe demeke bedew bi hev re derbas bikin. Li navçeya me pîroz be."