Qeyûm komîsyona 'dîtina nûçegihan' ava kir

Qeyûmê AKP'ê yê li Qelqeliyê Ferhat Vardar, ku ji nûçeya 'Qeyûm xwendina selayê qedexe kir' a ANF'ê aciz bû, ji bo tespîtkirina nûçegihan û çavkaniyên nûçegihan, komîsyonek ava kir.

Hefteya derbasbûyî bi sernavê "Qeyûm xwendina selayê qedexe kir" li ANF'e hatibû weşandin, Qeymeqam/Qeyûm Ferhat Vardar li ser vê nûçeyê kete nava liv û tevgerê û ji bo tespît bike bê kê ev nûçe amade kiriye û çavkaniyên xwe kî ye komîsyonek bi navê 'Komîsyona Tespîtkirina Nûçeyê' ava kir.

Qeyûm Ferhat Vardar, ku mîna 'sedê Çînê' dor li avahiya qeymeqamtiyê ya li Qelqeliyê girtiye, kolana Cûmhûriyetê ku kolana herî qelebalix a navçeyê ye bi rêya bendan li welatiyan girtî ye û herî dawî qedexe kir ku êvarê ji bo mirovên wefat kiriye sela bê xwendin, da dû nûçeya "Qeyûm xwendina selayê qedexe kir", ku li ANF'ê hate weşandin û piştre cih di gelek saziyên çapemeniyê de girt.

JI KARMENDAN KOMÎSYONEK HATE AVAKIRIN

Qeyûm Vardar, der barê mijarê komîsyonek ji karmendên li qeymeqamtiyê ava kir û xwest, nûçegihana/ê xwediyê nûçeyê, çavkaniyê nûçeyê û meleyên ku ji xwediyên cenazeyan re gotine ku qeyûm sela qedexe kiriye' bê tespîtkirin."

KOMÎSYONÊ DEST BI KAR KIR

Komîsyona ku ji aliyê qeyûm ve hate wezîfedarkirin li navçeyê dest bi lêkolîneke berfireh kir. Komîsyon di destpêkê de çû cem Mifîtiya Navçeyê û xwest meleyên navborî bên tespîtkirin û karê wan bê betalkirin. 'Komîsyona tespîtkirina nûçeyê' ku qîma xwe bi vê neanî, li gelek nûçegihanên li Wanê geriya û pirsî bê nûçe ji aliyê kê ve hatiye çêkirin. Endamên komîsyonê her wiha ji bo tespîtkirina çavkaniya nûçeyê, bi gelek kesî re diaxive.

'Komîsyona Tespîtkirina Nûçeyê' lêkolîna xwe didomîne. Agahiyên bi dest dixe jî wê bike rapor û pêşkêşî qeyûm Vardar bike.