Qeyûm hemû milkên şaredariyê dewrî Bîlal Erdogan kiriye!

Namzetê hevşaredariya Peyasa Amedê yên HDP’ê Necatî Pîrînççîoglû diyar kir ku qeyûman bi sed milyonan lîrayan milkên şaredariya Peyasê dewr kirine.  Di nav wan saziyan de yên ku milk dewrî hatine kirin, TÛRGEV jî heye ya ku Bîlal Erdogan bi rê ve dibe.

Namzetên hevşaredariya Peyasê ya Amedê yên HDP’ê Necatî Pîrînççîoglû û Kezîban Yilmaz diyar kirin ku ku sê qeyûmên ku li ser şaredariya Peyasê hatibûn peywirdarkirin bi sed milyonan lîrayan milkên şaredariya Peyasê dewr kirine. Hevşaredaran derbarê vê dewrkirinê civîneke çapemeniyê li dar xistin.

Namzetê hevşaredariya Peyasa Amedê yên HDP’ê Necatî Pîrînççîoglû diyar kir ku a niha qeyûmê 3’emîn niha li ser kar e û got ku, “13 Malên Piştgiriya Perwerdehiyê, Kompleksa Sporê ya Peyasê tevî mulkiyeta xwe dewrî Kaymakamtiya Peyasê hatiye kirin. Pirtûkxaneya ku niha tê avakirin jî ya ku eraseya wê 80 milyon lîra ye û maliyeta avakirina wê 20 milyon lîra ye, dewrî Gerînendetiya Perwerdehiyê ya Bajêr hatiye kirin. Di heman demê de Navenda Zarokan a li Taxa Medyayê jî dewrî Weqfa Alîkarî û Hevgirtina Civakî hatiye kirin. Xebitandina Parka Ekîn Ceren jî ji bo 25 salan dewrî TÛRGEV’ê hatiye kirin. Bîlal Erdogan ê ku kurê Serokkomarê Tirkiyeyê R. Tayyip Erdogan e û keça Tayyip Erdogan Esra Albayrak di rêveberiya TÛRGEV’ê de ne.”

Pîrînççîoglû diyar kir ku şaredariya Peyasê derbasî cihê xwe yê nû bûye û avahiya berê tevî mulkiyeta xwe dewrî Kaymakamtiya Peyasê hatiye kirin û tadîlata avahiya berê ya 2,5 milyon lîra jî, ji aliyê şaredariyê hatiye dayîn.”

PIŞTÎ HILBIJARTINÊ WÊ PERE WERIN DAYÎN!

Pîrînççîoglû diyar kir ku hefteyek berê Zarokistan tevî mulkiyeta xwe dewrî kaymakamtiyê, Navenda Çandê ya Cegerxwîn dewrî Gerînendetiya Perwerdehiya gel hatiye kirin û got ku, “Derketiye holê bi şertê ku piştî hilbijartina di 31’ê Adarê de, di meha Nîsanê de deynê wê were dayîn ji Bankaya Bajaran bi trîlyonan kredî hatiye kişandin û li gelek bankayên dewletê jî serlêdanên krediyê hatine kirin. Bankayekê serlêdana krediyê ya 20 milyon lîra jî qebûl kiriye.”

Pîrînççîoglû diyar kir ku mafê tu kesî tuneye ku derfetên şaredariyê li ser hesabê xwe wisa xerc bikin û got ku, “Em bang li hemû gelê xwe û rêxistinên civakî yên sivîl dikin, werim em bi hev re xwedî li van saziyên xwe derkevin û nehêlîn ev milkên ku xizmeta gel dikin werin desteserkirin.”