Qeymeqam gef li gelê Sûrê xwar!

Li Sûrê qeymeqamê Sûrê û qeyûm Bîlal Ozkan gef li gelê Sûrê xwar û got yên ku malê xwe neterikîne ‘wê ya xwe bibîne’’

Ev 17 roj in av û elektrîk ji ser taxa Lalebey û Alîpaşa ya Sûrê birîne. Gel li ber xwe dide û ji hêla dî ve jî bi tevlêbûna polîsan hilweşandina Sûrê didome.

Duh jî Qeymqam Sûrê û qeyûm Bîlal Ozkan bi telefonê gef li gelê Sûrê xwariye û gotiye kesên ku malên xwe heta 12’ê Hezîranê neterikînin wê ya xwe bibînin û wiha gotiye,’’Malên xwe biterikînin û biçin an na wê xirabtir bibe’’

Gelê Sûrê diyar dike ku ew serê xwe ji van gefan re natewînin, kesê ku nexwest navê xwe bibêje, got, qeymeqam duh lê geriyaye û wiha domand: ‘Duh qeymeqam li min geriya. Got, ‘’divê aniha hûn ji Sûrê derkevin’’. Wî jî ev ferman ji walî standiye. Min jî gotiyê, ‘’hê dadgeh didome, ez ji mal dernakevim’’. Gote min, ‘’pereyên te li benqê ne, tu biçe pereyên xwe bistîne, piştre jixwe dadgeh dîsa wê bidome’’. Min jî gotiyê, ‘’ku ez bimirin jî dernakevim’ û wî jî wiha vegerand, ‘’naxwe hûn û kêf xwe, êdî çi bi serê we were hûn ê qebûl bikin’’. Çend caran gefa kuştinê li min xwar. Heke hêza wan heye naxwe bila bikujin. Em ji vir dernakevin. Em Sûrê nahêlin. Lê ev tenê bi me nabe, divê her kes li Sûrê xwedî derbikeve. Divê her kes bizanibe ku vir xira bikin wê tiştekî nehêlin.’’