Qeydên FAM'ê ku li Silêmanî wê were lidarxistin, dest pê kir

Ji bo Forûma Avê ya Mezopotamyayê (FAM) ku heftiya pêşî Nîsanê li Silêmanî wê were lidarixstin, dest pê kirin.

Qeydên Forûma Avê ya Mezopotamyayê (FAM) ku di navbeyna 5-7'ê Nîsana 2019'an de li Silêmanî wê were kirin, dest pê kirin.

Qeyd bi du cureyan in. Ya pêşî têkilî wan kesan e ku dixwazin tevlê bibin û ya duyan jî têkilî wan atolyayan e ku dixwaze Forûmê organîze bikin. Mîna forûmên sosyal her kes û organîzasyonên ku tevlê bibin, dikarin pêşniyara çalakiyekê bikin.

JI HEMÛ MEZOPOTAMYAYÊ WÊ TEVLÊBÛN ÇÊBIBE

Têkilî mijarê hate gotin, ''Aktorên civaka sivîl ji hemû Mezotamyayê ya di navbeyna sînorên Iraq, Îran, Tirkiyê û Sûriyê de maye, dikarin tevlê bibin. Forûma Avê ya Mezopotamyayê xwe dispêrê modêlan forûma sosyal û parçeyek ji pêvajoya forûma sosyal a cîhanê ye. Li Silêmanî, dema Kampanyaya Em Dîclê Xilas bikim di civîneke hevpar de derkete holê.''