Qendîl wê nebe ya dagirkeran

Endamê Tevgera Ciwanên Niştimanperwer Sîrwan Raperîn li ser çalakiya mertalên zindî ya li Qendîlê got, Qendîl ti caran wê nebe ya dagirkeran.

Çalakiya Mertalê zindî ya ku li Başûrê Kurdistanê li dijî êrîşên dagirker ên li ser Qendîlê dest pê kirî 21 roj li pey xwe hişt.Berpirsê Tevgera Ciwanên Nİştimanperwer Sîrwan Raperîn li ser çalakiyê axivî.

Raperîn got tevlêbûna li çalakiya li dijî êrîşên dagirker ên Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê baş e û ji çar parçeyên Kurdistanê ciwan û derdorên enternasyonalîst jî di nav de ne. Raperîn diyar kir ku heta niha ji gelek derdorên siyasî yên Başûrê Kurdistanê jî destek ji bo wan hatine nişandan û got, hatin serdana wan kirin, li ser mijara li dijî dagirkeriyê tişta ku wê bikin gotûbêj kirin.

Sîrwan Raperîn got navenda nîqaşa wan şerê giran ê li çar parçeyên Kurdistanê, tifaqa li ser dijminahiya Kurdan a AKP-MHP’ê ye. Raperîn got, ‘’Ev pêvajo piştî dagirkirina Kerkûk û Efrînê dest pê kir. Niha jî gefê li ser Qendîlê dixwin. Lê Qendîl ne pariyekî wiha hêsan e. Ji mêj ve ye ku dixwazin bikevin Qendîlê lê her carê jî bi ser neketin. Qendîl ti caran wê nebe ya dagirkeran.’’

Raperîn got ji êrîşên ser Qendîlê gelê Qendîlê ziyanê dibîne lê ew hay jê hene ku dewleta Tirk dixwaze çi bike. Raperîn got gelê Qendîlê bîra wan a berxwedanê zindî ye û ew biryardar in ku ji şûnwarê xwe nebin.

Raperîn li ser rojên çalakgerên çalakiya mertalên zindî jî got: ‘’Niha ji bilî pêşwazîkirina mêvanan tempoyeke zêde ya xebatê jî heye. Her roj em perwerdehiyê dibînin. Jixwe perwerdehî her dem hewce ye û em tim vê dikin. Li ser realîteya dagirkirina Kurdistanê em perwerdeyê dibînin. Çarçoweya dagirkeriyê, hişmendî û hêla wê ya çandî. Bi hişmendiya realîteya dagirkirinê em hewl didin ku talokeyên vê pêvajoyê fêhm bikin û vê ji ser xwe bavêjin. Dîroka me û rista ciwanan jî mijarên pewerdehiya me ne. Bi dil û can em hewl didin ku êrîşên dagirker ji raya giştî re ragihînin.’’