Qala êşkenceyê kir: Nimêjê neke yan na ez ê çenga te bişkînim!

Mehmet Goksû 77 salî yê li taxa Yahyayê ya Qereyaziya Erziromê hatibû binçavkirin diyar kir ku tîmên taybet jê re gotine, “Nimêj tune, ez ê çenga te bişkînim” û destûr nedane ku ew nimêjê bike.

Mehmet Goksû yê 77 salî yê ku li Qereyaziya Erziromê di 8’ê Îlonê de bi hezaran kesan avêtin ser mala wî û ew binçavkiribûn, duh serbest hate berdan.

Goksû diyar kir, dema wî ji bo nimêja sibehê destnimêj digirt, bi dehan wesayîtên zirxî leşker û polîsan avêtine ser mala wî û got, “Min li derdorê nihêrî, li dora mala me bi dehan tank û wesayîtên zirxî hebûn. Li derî dan. Zarokê min got “Derî neşkînin!”Piştre ketin hundir, dema ketin hundir min nimêj dikir. Dema ez li ser nimêjê bûm yekî bi milê min girt û ji min re got, “Nimêje neke, yan na ez ê çenga te bişkînim.”

‘HATIBÛN ÎMHAKIRINÊ’

Goksû diyar kir ku nevî, bûk û zarokên wî jî li malê bûne û nehiştine ew kincên xwe li xwe bikin û got “Em bi awayekî tazî li eywanê kom kirin. Ez ê kurê min, em ji wan veqetand. Li malê dest bi lêgerînê kirin. Ez 77 salî me, min di heyata xwe de zilmeke wisa nedîtiye. Li nava gund leşker û polîs hebûn, helîkopter li ser gund digeriya. Heqaret û zilm li me dikirin. Hatibûn ku me îmha bikin. Kepçe û dozer anîbûn. Dixwestin xaniyê me hilweşînin. 7 caran li mala kurê min geriyan. Derî şikandin, heta êvarê ji gund veneqetiyan. Me zilmeke wisa nedît.”

TEHDÎDA ‘EZ Ê ÇENGA TE BIŞKÎNIM’

Goksû axaftina xwe wisa domand, “Bi milê neviyê min girtibûn û dixwestin bişkînin. Piştre çek xistin serê jinan. Dema ez qala van tiştan dikim, hêsir dikeve çavê min. Min berê tiştekî wisa nedîtibû. Ji ber ku ez pîr im li min nedan, lê kurê min kirin halê mirinê. Dema min nimêj dikir, ji min re gotin ‘Em ê çenga te bişkînin”

Tê payîn ku Ahmet Goksû yê ku di heman serdegirtinê de hatibû binçavkirin piştî 5 rojan ji Emniyeta Erziromê wî bînin dadgehê.