Qada Newrozê ya li Wanê geş dibe

Pîrozbahiya li qada Newrozê ya li kêleka Keleha Wanê ya dîrokî, hindik maye dest pê bike. Qada ku bi rengê Newrozê xemiliye, geş dibe.

Bi hezaran kes, bi kincên xwe yên gelêrî û alên HDP-DBP'ê dikevin nava qada Newrozê.

Tevî ku hewa sar e jî, ji sibehê ve qada Newrozê tijî dibe. Coşa li qadê jî kêlî bi kêlê zêde dibe. Bi hezaran kesên niha li qadê ne, tevî stranên azadiyê dibêjin. Endamên ESP û SGDF jî bi alên xwe tevlî pîroziyê dibin.

Pîrozbahiya îsal a li Wanê bi beşdariya Alîkarê Hevserokên Giştî yên HDP'ê Nadîr Yildirim, Berdevkê Heyeta Îmraliyê Sirri Sureyya Onder, Cîgira Hevserokên Giştî yên DBP'ê Gulcîhan Şîmşek, Hevserokên HDP'ê yên Wanê Yakûp Ataş û Gulîstan Orhan, Hevserokê DBP'ê yê Bajarê Wanê Ahmet Aygun pêk tê.