PZK: Qeyûm dijminatiyê li Kurdî dike

Platforma Zimanê Kurdî (PZK) destnîşan kir ku qeyûmê talanker ê li Êlihê dijminatiyê li zimanê Kurdî dike.

Qeyûmê talanker ê li Şaredariya Êlihê hate danîn, îkonên bi Kurdî yên li ser rêyan ji bo peyayan hatî nivîsandin, jê bir. Platforma Zimanê Kurdî (PZK) têkildarî mijarê daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku qeyûm kiryarên kêfî û bêhiqûqî dikin.

PZK'ê destnîşan kir ku talanker dijminatiyê li zimanê Kurdî dikin.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku qeyûmê li Êlihê beriya niha Kurdî ji malpera fermî ya şaredariyê rakiribû, xebatkarên Kurdî ji kar derxistibû û nivîsên bi Kurdî ıyên li bajêr jê biribû û hate destnîşankirin ku ev yek dijminatiya li Kurdî ye.

HIŞYARIYA 'WÊ KRÎZ GIRANTIR BIBE'

PZK'ê ragihand ku bi astengkirina zimanê Kurdî re wê krîzên heyî girantir bibin û diyar kir ku divê hurmet ji zimanê Kurdî re bê nîşandan, bi lez statuya xwe çêbibe, bibe zimanê perwerdeyê û bibe xwedî statuyeke fermî.