PYD: Daxwazên gelê Başûr rewa ne

PYD a nerazîbûn nîşanî destgîrkirina Kurdên Rojava yên ji ber çalakiyên Başûrê Kurdistanê hatine lidarxistin, hatine destgîrkirin da û got: “Divê daxwazên gel bên bicihanîn.”

Nûnertiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) a Başûrê Kurdistanê têkildarî xwepêşandanên li Başûrê Kurdistanê daxuyaniyek da.

Nûnertiya PYD’ê di daxuyaniya xwe de got: “Li Başûrê Kurdistanê ji çend rojan ve li gelek bajaran, ji bo pêşxistina rewşa jiyanî û dayîna mûçeyên karmendan xwepêşandan lidar dikevin. Di wan xwepêşendanan de gelek baregeh û hinek cihên din hatin şewitandin. Hinek başdarên xwepêşandanan tundî bi kar anî û Kurdên ji Rojava pê hatin tawanbarkirin. Gelek Kurdên ji Rojava bi vê bihaneyê hatin girtin.”

Nûnertiyê di berdewama daxuyaniya xwe de diyar kir ku daxwazên gelê Başûrê Kurdistanê ji bo pêşxstina rewşa aborî, daxwazên xwezayî û rewa ne û ev yek mijareke hundirîn a têkildarî hemwelatiyên Başûr e. Nûnertiyê anî ziman ku bikaranîna tundiyê zirarê digihîne saziyên giştî û ew vê yekê qebûl nakin. Her wiha bal kişand ser bikaranîna tundiyê ji hêla hêzên asayîşê ve û got ku ew dê rewşê aloztir bike.

Nûnertiyê di dawiya daxuyaniya xwe de got: “Divê bi çavê tawanbariyê li Kurdên ji Rojavayê neyên nêrîn. Ewlehiya li Başûrê Kurdistanê ji erka hemû kesan e ku li wir dijîn. Lewra divê ji tundiyê bi dûr kevin. Em bang li hemûyan dikin ku xwedî li giyanê berpirsyariyê û hevkariyê derkevin da ku vê aloziyê derbas bikin.”