Projeyên namzetên Wêranşarê çi ne?

Namzetên HDP’ê yên şaredariya Wêranşarê Roza Yazmaci û Hidir Oktay diyar dikin ku ew ê rûyê bajêr ê ku qeyûm ew wêran kiriye, ji nû ve ava bikin. Namzetan qala projeyên xwe kirin.

Navçeya Wêranşarê ya Rihayê yek ji cihê herî xweser e ku HDP ji bo hilbijartina herêmî xebatê dike. Li Wêranşar Êzidî, Kurd, Ereb û Tirkmen hene. Cara pêşîn di sala 2009’an de Leyla Guven a ku ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ketiye greva birçîbûnê, li vê derê bûbû yekemîn şaredara jin.

Li Wêranşarê her roj polîs digirin ser buroyên hilbijartinê, endamên HDP’ê tên destgîrkirin. Lê dîsa jî tê dîtin ku ji nîvî zêdetir gel wê dengê xwe bidin HDP’ê. Di hilbijartina herêmî ya sala 2014’an de HDP’ê 48 ji sedî deng stendibû û tê diyarkirin ku di hilbijartina 31’ê Adarê de wê ev rêje zêde bibe. Namzetên hevşaredariyê Roza Yazmaci û Hidir Oktay diyar dikin ku Wêranşar emaneta Leyla Guven e û ew ê layîqî peywira xwe bin.

‘EM Ê JINAN LI MALAN DERXÎNIN’

Yazmaci diyar kir ku jin dixwazin di nav mekanîzmayên biryarê de cih bigirin û got ku “Jin dizanin ku li derveyî malê jî jiyanek heye û dixwazin ji malê derkevin. Dixwazin di vî warî de hinek kes ji wan re derfetan amade bikin. Beriya her tiştî em ê pêşiya tevlêbûnan jinan vekin. Ji bo tevlêbûna jinan zêde bibe, em ê mal bi mal bigerin. Ji bo ku jin ji malan derkevin em ê dest bi hewldanan bikin. Li ser daxwaza jinan em ê perwerdehî û kûrsan bidin. Ew ê hemû xebatên me ji perspektîfa jinan derbas bibe û ew ê wisa were pêkanîn. Li şaredariyan ew ê gerînendetiyên me yên jinan hebe û ew ê li dijî şîddeta li ser jinan wê yekîneyên me bixebitin. Ji bo pêşvebirina aboriya jinan wê yekîneyên me hebin. Em ê jinan ji çerxa feodal û zextên dewletê rizgar bikin.”

‘EM Ê DI NAVBERA XWE Û GEL DE DÎWARAN AVA NEKIN’

Yazmaci derbarê partiyên din jî got ku, “Ew partiyên pergal û sermayeyê ne. Em jî partiya jin, ciwan û kedkaran in. Em ê di navbera xwe û gel de tu caran dîwaran ava nekin. Jixwe şaredarî saziyên gel in û ew ê ji gel re werin vekirin. Em ê bêyî gel tu siyasetê nekin. Derfetên me kêm bin jî wê gel me bi tenê nehêlin. Ji sala 1999’an û vir ve gel çawa ku me bi tenê nehişt, çawa ku Leyla Guven kirin şaredar, em dizanin ku wê gel me jî bi tenê nehêlin.”

‘EM Ê BAJÊR JI WÊRANBÛNÊ RIZGAR BIKIN’

Namzetê hevşaredariyê Hidir Oktay jî diyar kir ku ew gel ji xwe re dikin esas û got ku, “Di hemû projeyên xwe de em ê gel bikin esas. Ji sala 1999’an û heta 2017’an xizmetên baş li navçeya me hate kirin. Lê 2 sal berê bi awayekî bêyî hiqûq qeyûm li ser şaredariya me hate peywirdarkirin. Dema ku şaredarên me hatin xespkirin, 9 milyon lîra di kasaya şaredariyê de hebû, ev pere hemû xwarin. Bi ser de bajarê me wêran kirin. Di 31’ê Adarê de em ê bajarê xwe ji vê wêranbûnê rizgar bikin.”

EM Ê NAVENDÊN TEKSTÎL Û REHABÎLÎTASYONÊ VEKIN

Oktay diyar kir ku derbarê tîryakêşan projeyên wan heye û got ku, “Em ê van mirovan rehabîlîte bikin û piştre em ê wan bikin xwedî pîşe. Em ê van ciwanên tîryakêş rizgar bikin, ji ber ku ew dahatûya me ne. Em ê navendên rehabîlîtasyonê vekin. Di heman demê de projeyek me ya tekstîlê heye. Şaredarî ne cihên wisa ne ku kar bide lê dîsa jî ji bo ku bêkariya civakî kêm bibe divê em pêşengiyê ji civakê re bikin.Em ê projeya xwe ya tekstîlê têxin meriyetê. Di vê projeyê de wê bi hezaran kes îstîhdam bibin. Pemboyê herî baş li herêma me tê çandin. Em ê pemboyê li bajarê xwe di tekstîlê de bi kar bînin.”

Oktay di dawiya axaftina xwe de got ku “Şaredariya ku hatiye xespkirin, gel dixwaze em wê bi paş ve bistînin. Gelê me dixwaze em bi ser bikevin. Beriya qeyûm pirsgirêkên av û kanalîzasyonê çareser bûbû lê a niha di nava rojê de av tê birîn. Di heman demê de pirsgirêka elektrîkê jî heye. Xizmeta elektrîkê ne aîdî şaredariyan e lê ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê, çi ji destê me were, em ê bikin.”