Projeyên namzeta HDP'ê ya Hevşaredariya Kasrîkê amade ne

Namzeta HDP'ê ya ji bo Hevşaredariya Kasrîkê Sosin Bûgday got, "Di serî de perwerde û tenduristiyê em ê bi her awayî xizmetê bidin. Tevî vê yekê me li ser çandinî û sewalkariyê proje amade kirine."

Şirnex ku temamiya şaredariyên wê yên bajar, navçe û bajarokan bi rêya qeyûman hatine desteserkirin, xwe ji hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adarê re amade dike. Namzeta HDP'ê ya ji bo Hevşaredariya Kasrîkê Sosin Bûday (42) got, ew ji bo wezîfeyê amade ye.

JI KAR HATE DERXISTIN, LÊ DEST JI TÊKOŞÎNA XWE BERNEDA

Bûgday sala 1976'an li navçeya Hezexê ji dayik bû. Ji sala 1994'an heta beriya 2 salan li Şirnexê hemşîretî kir. Dayika 2 zarokan e. Bûgday got, "Dema bihurî yek ji kesên ku bi biryarnameyê ji kar hate derxistin ez bûm. Bêyî ku hincetekê nîşan bidin ji kar derxistin. Tevî vê yekê jî min pîşeye xwe yê tenduristiyê li derve dewam kir."

'LI NAVA HDP'Ê DIKARIM XWE ÎFADE BIKIM'

Bûgday ku 10 sal in li Sendîkaya Kedkarên Tenduristiyê dixebite got, "Piştî ku ji kar hatim derxistin, li ser fikirîm bê dikarim çi bikim. Bûm endama HDP'ê ku partiya nêzî min e û dikarim xwe lê baş îfade bikim. Ez kedkarek im, jinek im û mirovek ji gelê bindest im, lewma gelek sedemên min hene ku cihê xwe di nava HDP'ê bigirim."

PROJE AMADE NE

Bûgday li ser kar û projeyên xwe jî got, "Di serî de perwerde û tenduristî, em ê li her qadê xizmetê ji gelê xwe re bikin. Tevî vê yekê, me li ser çandinî û sewalkariyê proje amade kirine. Em amade ne ku van bi cih bînin."