Polîtîkaya sirgûnkirina Kurdan li Kerkûkê dijwar bûye

Hêzên navendî yên Iraqê ku bi gelek rê û rêbazan ketin nava Kerkûkê û navçeyên wê, giranî dan ser polîtîkaya sirgûnkirina Kurdan ji herêmê. Parlamenterê Kerkûkê yê YNK'yî Osman diyar kir ku wê vê yekê ti carî qebûl nekin.

Piştî ku artêşa Iraqê û hêzên Heşdî Şabî yên wê roja 16'ê Cotmeha 2017'an herêmên Kerkûk, Xurmatû û Daqûqê xistin bin kontrola xwe, hêzên Iraqê giranî dan ser polîtîkaya bê Kurd hiştina herêmê. Hêzên Heşdî Şabî û hin karmendên li herêmê hatine tayinkirin giraniyê didin ser derxistina Kurdan ji Kerkûkê û navçeyên wê. Hêzên Iraqî avêtin ser gelek gundên Kurdan. Hikumeta navendî jî bi navê "tayinê" karmendên Kurd ên li van herêman sirgûnî bajarên cuda yên Iraqê dike û li şûna wan Ereb û Tirkmenan bi cih dike.

Parlamenterê Kerkûkê yê Parlamenta Iraqê Mihemed Hecî Osman ê ji YNK'ê, li ser vê polîtîkaya hikumeta navendî ya Iraqê ku ji serdema Saddam Huseyîn dewr girtiye, ji ANF'ê re axivî û diyar kir ku hikumeta navendî lez daye vê polîtîkaya xwe. Osman got, "Em ê sibe vê yekê bixin rojeva parlamenta Iraqê û destnîşan bikin ku vê yekê ti carî qebûl nakin."

RAYEDARÊN HERÊMÎ JÎ VÊ POLÎTÎKAYÊ DIMEŞÎNIN

Mihemed Hecî Osman da xuyakirin ku li dijî Kurdên li Kerkûk û navçeyên wê polîtîkayeke mezin a zext û zordariyê li ser kar e û got, "Zexteke giran li Kurdên li herêmê tê kirin. Ev polîtîka ji aliyê hin rayedarên Iraqî ve tê meşandin. Bi taybetî ji aliyê kesê ku weke wekîl li Walîtiya Kerkûkê hatiye tayinkirin, ev polîtîkaya şoven tê meşandin. Hin xizmên vî kesî hê di nava DAÎŞ'ê de hene. Ev kes li Walîtiya Kerkûkê nayê. Li ser cihêrengiyên li herêmê polîtîkaya hevsengiyê nameşîne."

'SAZIYAN DI NAVBERA XWE DE PAR VE DIKIN'

Osman bi bîr xist ku li bejahiya Kerkûkê û Xurmatûyê êrîş û zextên li ser Kurdan zêde bûne û destnîşan kir, hêzên Iraqî saziyên fermî yên li herêmê di navbera xwe de par ve kirine. Osman got, "Beşek ji hêzên Iraqê bi taybetî li dijî gelê Xurmatûyê polîtîkayên faşîzan dimeşînin. Malên Kurdan tên talankirin, şewitandin û hilweşandin. Belge û dokûmanên li ber destê me hene. Li Daqûqê gelek mal şewitandine, mirovan direvînin, bi her awayî zextê dikin. Saziyên fermî yên li nava navçeyê di nava xwe de payê kirine. Bêyî ku xwe bispêrin hiqûqê vê yekê dikin."

'KARMENDÊN KURD TÊN SIRGÛNKIRIN'

Di dewama axaftina xwe de Osman diyar kir ku karmendên Kurd ên li Kerkûkê tên sirgûnkirin, li şûna wan karmendên Ereb tên bicihkirin û got, "Li navenda Kerkûkê jî piraniya rêveberên Kurd bi sedemên tayinê ji bo cihên cuda tên sirgûnkirin. Bi vî rengî hewl didin Kerkûkê ji Kurdan xalî bikin. Tevî vê yekê gelek avahiyên bêdestûr çêdikin. Mirovên ji deverên din li vê derê bi cih dikin."

'EM Ê VÊ QEBÛL NEKIN'

Osman da zanîn, hêzên Iraqê dixwazin bi rêya zext û zordariyê gel ji herêmê koçber bikin û got, "Îro jî polîsên federal avêtin ser gundên Dûbiz û herêma Sergeranê. Xwestin Kurdan ji herêmê derxînin. Tevî ku piraniya Kurdên li vê derê berî sala 1957'an li herêmê ne jî, dixwazin wan sirgûn bikin. Dixwazin Erebên Bedewî û hin kesên ji Heşdî Şabî li vê herêmê bi cih bikin. Em ê vê ti carî qebûl nekin."

'WÊ JI HER GAVEKÊ RE BERSIVA ME HEBE'

Osman da xuyakirin ku parlamenterên Kurd wê vê mijarê bixin rojeva Parlamenta Iraqê û got, "Em ê bi hemû hêzên li Parlamenta Iraqê re rûnên û vê ti carî qebûl nekin. Em careke din bang li wan dikin: eger hûn dixwazin em bi hev re bijîn, em ji vê re amade ne. Na eger hûn vê naxwazin, wê demê ji bo her gavê wê bersiveke me hebe."