Polîsên Tirk pêşî li şandeya Ewropayê girtin

Şandeya ku ji bo piştgiriyê bide Leyla Guvenê ji Ewropayê hat û xwest biçe ber Girtîgeha Tîpa E ya Amedê, ji hêla polîsên Tirk ve hate astengkirin. 

Parlamentera Siin Feinê Martina Anderson û şêwirmenda wê Martina Anderson, parêzera Îtalyayî Simonetta Rosella Benadetta, Parêzvana Mafên Mirovan a Îrlandayê Wendy Lyon, endama Partiya Karkeran a Îngilîstanê Julia Ward û hiqûqnasa mafê mirovan a Îngilîstanê Margaret Owen jî di nav de, şandeyek çû serdana rêxistina HDP'ê ya bajarê Amedê.

Piştî serdanê, şandeyê bi parlamenterên HDP'ê Musa Farisogullari, Dersim Dag, Remziye Tosun û Salîha Aydenîz re bi armanca piştgiriya hevseroka KCD’ê Leyla Guvenê, ber bi Girgîgeha Tîpa E ya Amedê ve ketin rê. Lê belê dema şande nêzî girtîgehê bû, ji hêla polîsên Tirk ên dagirker ve hate sekinandin û nehişt ku biçe ber girtîgehê.

Endamên şandeyê û parlamenter ji bo daxuyaniya çapemeniyê bidin dîsa vegeriyan avahiya HDP'ê ya bajêr.