Polîsên Tirk li Wanê çenteyên piştê qedexe kirin

Piştî fermana Wezîrê Karên Hundir ê Tirk Soylû, polîsên Tirk li Wanê li nava firoşgehan digerin û çenteyên piştî didin hev.

Polîsên Tirk ku beriya niha li firoşgehên pêlavan digeriyan û pêlavên mekap didan hev û qedexe kirin, niha jî dan pey çenteyên piştê yên Jack Wolsfkîn.

Polîs ketin hemû firoşgehên li Wanê yên çenteyan difiroşin, ev çente dan hev û firotina wan qedexe kirin. Marka Jack Wolsfkîn ku pêlavan jî çêdike, çenteyên wê yên piştê bi giranî bala mirovên ku spora çiyageriyê dikin, mirovên diçin pîknîkê û tûrîstan dikişînin.

Eşkere bû ku hevdana çenteyên piştê bi fermana 6'ê Îlona 2018'an a Wezîrê Karên Hundir ê Tirk Suleyman Soylû pêk hatiye.

Di fermannameyê de Soylû gotibû ku hêzên ewlekariyê wê li firoşgehên mezin û dikanan, firotina malzemeyên xwarinê û kincan ên balkêş bişopînin û giraniyê bidin ser karê îstîxbaratê. Her wiha hatibû gotin, "Kesên ku malzemeyên xwarin û jiyanê di wesayita wan de bê dîtin, wê bi berfirehî bên lêpirsîn bê van malzemeyan ji kê re dibin."

ORHAN: CIVAKÊ KRÎMÎNALÎZE DIKIN

Parlamentera HDP'ê ya Wanê Mûazzez Orhan diyar kir, mîna salên 90'î niha jî hêzên dewletê biryarê didin bê kîjan çente ji aliyê ve li ku derê were bikaranîn.

Orhan got, "Xuya ye ji eleqeya ji bo vî çenteyî ketine nava gumanan" û diyar kir, bi fermannameya Wezareta Karên Hundir re dixwazin jiyana rojane ya civakê kontrol bikin.

Orhan anî ziman ku bi vê nêzîkatiyê re civakê krîmînalîze dikin û got, "Divê ev pêkanîn tavilê biqede. Gelo wê jenderme biryarê bide bê mirovên me çi bixwe? Ji bo zext û zordariyê li civakê bikin vê yekê dikin. Lê belê wê bi ser nekevin."